‘Desthîlatdar ji têkoşîna jinan ditirse’

  • 16:08 26 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Komîsyona Jinan a DBP'  bi daxuyanîyek nivîskî bertek nîşanî binçavkirina Seroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û endamên SKM'ê yên ku li Balikesîrê hatin binçavkirin dan û destnîşan kir ku jinan deskeftiyên xwe bi berdelên mezin bidest xistiye û têkoşîna jinan nayê darizandin.
 
Polîsan li Balikesirê bi ser mala Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalist (SKM) Hatice Deniz Aktaş û endamên Lijneya Navendî ya SKM'ê de girtin û bi giştî 9 jin binçav kirin.  Dîsa polîsan bi ser mala Hevseroka HDP'ê ya Edremîtê Sevgî Ozden a li Altinolukê de girtin û li malê binçav kirin. Komîsyona Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk(BDP)  bi daxuyanîyek nivîskî binçavkiriN şermezar kirin.
 
‘Têkoşîna me hêzê dide gel' 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku avêtina ser malan, bi awayekî bêhiqûqî tê kirin û wiha hat berdewamkirin: “Têkoşîna me jinan a li Kurdistan û Tirkiyeyê  hêzê dide gelên cîhanê û hemû Rojhilata Navîn. Têkoşîna me ya jinan deshilatdariya faşîst ditirsîne. Daxwaziya desthilatdariya faşîst ya AKP û MHP ê, daxwaziya afirandina yek rengî û yekdengî ye. Li Amedê operasyonên binçavkirin û zextên li ser endamên Tevgera Jinên Azad(TJA) û Komeleya Jinan a Rosa, Li Îzmîrê êrîşên jinên ku derketibûn kolanan li hember qetilkirina Pınar Gûltekîn ya ku ji aliyê Cemal Metin Avci ve hatibû qetilkirin, niqaşa li ser Peymana Stenbolê ya ku ji bo ewlehiya jinan pir girîng e û daxwaziya parastina dadî ya ji bo êrîşên zayendî li zarokan, Carek din dide xuykirin ku desthilatdarî çiqas ji têkoşîna jinan ditirse.”
 
Me destkeftiyên xwe bi bedelên giran girtin
 
Berdewamiya daxuyaniyê de wha hat gotin: “Em jin ne bi xêra tu kesî bi ser ketin. Me destkeftiyên xwe bi bedelên mezin û bi têkoşînek mezin bi dest xistin. Rêya mezinkirin û mayîndekirina têkoşînê, li her qadên jiyanê tev bi hev re têkoşîn e. Em wek jinên Kurdistan û Tirkiyê li hember AKP û MHP' ya faşîst, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û bi hêztir bidomînin. Em carek din dubare dikin ku tu caran em ê bi paş de gavê neavêjin. Hûn nikarin têkoşîna jinan darizînin. Jinên ESP/SKM'yî derhal berdin.”