Weqfa Jînan li Beyrûdê navendeke nû vekir

  • 15:56 26 Tîrmeh 2020
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Lubnanê Beyrûdê Weqfa Jînan navendeke nû bi tevlûbûna gelek kesayetên girîng vekir.
 
Li paytexta Lubnanê Beyrûdê Weqfa Jînan hat vekirin. Vekirina weqfê bi tevlibûna seroka weqfê Dîlan Hesen, alîkara wê Bûşra Elî, Sekrterê Odeya Sendîkayan Sîlvana Osman û endamên weqfê Sevîm Ondoş, rojnamegerê ermenî Hamo Moscovîyan û ji endamên PYD'ê parêzer Abdulselam Ehmed pêk hat. Seroka weqfê Dîlan Hesen spasiya kesên tevli vekirina weqfê kir.
 
Girêdayî mijarê seroka weqfê Dîlan Hesen wiha got: "Me dixwest kêfxweşiya me ji wiha mezintir bûya û hejmara komeleyan jî bêhtir bûya, lê ji ber Koronavîrusê rewş hate guhartin, lê dîsa jî tevî zor û zehmetiya welatê me û herêm tê re derbas dibe, cihê kêfxweşiyê ye ku em li vir civiyan. Jîn’ di zimanê kurdî de du wateyan dide.Têkiliya di navbera jin, jiyan û civakê de ji têkiliya di navbera goşt û neynûkê bêhtir e û di encamê de nakokiyên di navbera her sê aliyan de bandorê li rêya mirovahiyê pêk ve dike, bûyerên vê dawiyê çêbûn têrê dike ku rastiya vê yekê li ber çavan raxe. Armanca Weqfa Jînan ew e ku hevsengiyê bixe navbera jin, jiyan û civakê."
 
Cîgira serok Bûşra Elî jî got: "Baweriya tevahî endamên weqfayê bi jiyana aştiyane ya di navbera gelan û doza azadiya jinan de heye, ji ber vê rêxistina ku azadiya jinê ji xwe re kar û xebata xwe neke bingeh, têkildarî mijara jinan ne xwedan stratejî be, mehkûma binketinê ye."