'Ji ber teşîrkirina polîtîkayên îqtîdarê hatine binçavkirin'

  • 13:10 26 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ENQERE - Jinên HDP'yî ku bertek nîşanî binçavkirina Seroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û endamêN SKM'ê yên li Balikesîrê hatin binçavkirin da gotin, "Ji ber polîtîkayên îqtîdarê teşîr kirine hatine binçavkirin."
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demoratîk a Gelan (HDP), binçavkirina Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Berdevma Meclîsa Jinan a SKM'ê Hatice Deniz Aktaş û endamên Lijneya Navendî ya SKM'ê bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kir. Meclîsa Jinan anî ziman ku îtîfaqa mêr a AKP-MHP'ê her roj tundî û êrîşa li dijî jinê zêde dike û wiha got: “Dozgerên AKP’ê her roj li pey binçavkirina jinan e. Her roj dibêjin 'Ka îro emê kîjan jinê binçav bikin. Îqtîdar her roj wisa difikire ku bi binçavkirinê jinan bêdenng bike. Polîtîkayên tunidiyê nikarin jinan bêzar bikin. Dijberî vê yekê biryara me ya têkoşînê bêtir xurt dikin." 
 
'Em ê dengê xwe bi hev re bilind bikin'
 
Di daxuyaniya ku hat diyarkirin, jinan ji ber polîtîkayên îqtîdarê teşîr kirine hatine binçavkirin wiha hat gotin, "Em ê li her cih û platforman destûrê nedin polîtîkayên dijminantiya jinan. Me her daîm bi hev re li hemû qadan têkoşîn da û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li dijî êrîşên AKP -MHP'ê em bang li hemû jinan dikin ku û dibêjin; werin em li dijî kesên ku dixwazin derbarê jiyana me de biryarê bidin bi hev re dengê xwe bilind bikin."