Malbata ku testa wan ya koronayê pozîtîf derket li Îzmîrê asê man

  • 09:10 26 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Endamên malbatê yên ji bo welîdînê ji Salîhlî û Mersînê hatin Îzmîrê piştî testa wan ya Vîrusa Koronayê pozîtîf derket, li Îzmîrê asê man. Nexweşxaneyê ew şandin malê. Evîn Enterîlî diyar kir ku nikaribûn li otelan jî bicih bibin û got: “Tiştên em dijî rewşa pergala tenduristiyê nîşan dide.”
 
Evîn Enterîlî ya li Îzmîrê xwendekar bû, di pêvajoya pandemîyê de ligel xwişka xwe Ayşe Acar ya li Salîhlî ya Manîsayê bicih bû. Ayşe ku demeke nêz ji welîdîna wê re mabû, ji ber nexweşxaneyên Salîhlî tije bûn sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya 9’ê Eylulê ya Balçova ya Îzmîrê hat kirin. Evîn, Ayşe, hevjînê Ayşeyê, dê û xwişka wan ji Mersînê hatin, piştî welîdînê 15 roj şûnde hatin Gazîemîr a Îzmîrê û ligel xizmên xwe man. Beriya welîdîna ku wê di 13’ê Tîrmehê de pêk bihata testên korona kiribûn û bi dayikê re korona hat tespîtkirin. Li ser vê mala li Gazîemîr ket bin karantînayê.
 
Evînê wiha got: “Testa min negatîf derket lê di kezeba min de leke hatin dîtin. Xwişka min Rozerîn pozîtîf derket. Lê nexweşxane dibêje rewşa we ne giran e dişînin malê. Lê xaniyê em tê de ne di karantînayê de ye, yên pozîtîf nikarin derkevin derveyê bajar. Otel jî nagirin. Cihekî em biçin nema.”
 
Ligel bebekê nexweşên bi vîrus dan sekinandin
 
Evînê bi lêv kir ku ji ber di kezeba wê de leke hatiye dîtin, li nexweşxaneyê razandine, dayika wê wek refakat maye û wiha got: “Ber bi şevê em birin odeya razanê. Hestiyên dayika min diêşiya, rewşa wê xerab bû. Dayika min 47 salî ye. Bijîşkên sibehê hatin gotin ‘kê hûn kirine heman odeyê’. Me jî vegot. Dayika min veqetandin. Encamên testa min negatîf derket. Dîsa jî divê ez biketama karantînayê. Xwişka min Rozerîn, tevî guman wê ya korona hebû jî li serwîsa pitikan mwek refakat hiştin. Ji xwe pozîtîf jî derket. Lê gotin heta refakatek neyê em nikarin derxin.”
 
‘Rastî tacîza rayedarên nexweşxaneyê hat’
 
Evînê daxuyakirin ku ne Nexweşxana Dokuz Eylul ne jî ya Dewletê ya Yeşîlyurd xwişka wê Rozerîn ranezandine û wiha pê de çû: “Zavayê me ligel xwişka min ma. Dayika min li vir di karantînayê de ye. Pitik sê roj berê hat taburcîkirin û şandin cem xizmên wê yê li Salîhlî. Rozerîn jî rastî tacîzên weke ‘vir ne otele’ hat. Me nedixwest bi kesî re bê cem hev. Cih tune em bimînin, me serî li nexweşxana Yeşîlyurt da. Piştre em vegeriyan otelê. Xwişka min emelîyat bû. Şeva pêncşemê di 16’ê Tîrmehê de em bi valîzê çûn nexweşxana Yeşîlyurtê. Bijîşkan gotin hûn êdî bi valîzan digerin. Me ji CÎMER’ê re nivîsî bersiv nedan. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan ket dewrê û li Midûriyeta tenduristiyê geriya. Şeva şemiyê Rozerîn girtin nexweşxaneya Yeşîlyurtê. Gelo divê île parlamenter bikevin dewrê? Ez çûm qeymeqamtiyê. Gotin ji bo yek kesî xanî venakin. Me lêçûn bi hevkariya xizmên xwe peyda kir. Zavayê me çend caran serî li qeymeqamtiyê da hezar 500 lîra dane gotine bila xanî bigirin.”
 
‘Dewlet welatiyan piştguh dike’
 
Evînê da zanîn ku tiştên hatine serê wan aloziya di pergala tenduristiyê de nîşan dide û got: “Ez jî pozîtîf bûma wê kê hewcedariyên malbatê bianiya cih. Em li 184 geriyan, me got em li ser bankan rûdinin, xaniyê me tune. 112 ne girêdayê nexweşxaneyê bû, ambulansa nexweşxanê jî tunebû. Ji ber vê em nebirin derveyê bajar. Her kes li gorî rewşa wan tê nirxandin. Ji xizanan re dibêjin hûn bimrin.”
Li aliyê din Rozerîn û dayika wê hatin taburcîkirin û xaniyê li Îzmîrê girtibûn jî xistin karantînayê.