Li Hênê çi dibe?

  • 09:09 26 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Li Hênê ya Amedê di du salên dawî de 5 kafe hatin vekirin û tê îdaikirin ku zarokên keç yên malbatên xizan û jinên ciwan li van kafeyan tên xebitandin. Li gorî çavkaniyên herêmî hat îdiakirin ku çawîşên pispor bi jin û zarokên keç re di bin navê hevaltiyê de wan ji rê derdixin.
 
Li herêmê polîtîkayên asîmîlasyonê bi rêbazên cuda xwe didin der. Li Şirnex û Êlihê gumanbarên destdirêjî û tecawizê çawişên pispor bûn û pirsa ‘gelo li herêmê polîtîkayên nû ketin dewrê’ tîne hişê mirovan. Li Hênê wesayîta ku çawîşê pispor H.K. bi kar dianî li ser riya Hênê-Pîranê kîlometreyek nêzî gundê Ari ber bi sibehê saet di 04.00’an de qeza kir. Di wesayîtê de jina 18 salî û xwişka wê ya 15 salî hebûn. Malbata her du xwişkan li Hênê rudinişt. Jina 18 salî roja din ji nexweşxanê hat derxistin û ya 15 salî jî hat gotin wê hîna razê. Li gorî lêkolînên me kirin der barê ku çima her du xwişk di wesayîtê de bûn agahî nehat girtin.
 
‘Di dema gerê de qeza kir’
 
Me bi du xwişk û dayika wan re hevdîtin kir û diyar kirin ku her du xwişk li kafeyên cuda dixebitin, zaroka 15 salî di derketina kar de, çûye cem xwişka xwe ya 18 salî ya li kafeyek din dixebite. Xwişka herduyan wiha got: “Bi şev saet di 01.00’ê de ji kar derdikevin li wesayîtê siwar dibin. Beriya bên malê xwestine li Hênê hinek bigerin, vê navberê qeza bûye. Em dixwazin xwişka me demildest baş bibe. Rewşeke em jê gilî bikin tune ye. Yê wesayît bi kar aniye hevalê xwişka min e. Fermandar jî li me geriyan eleqeder bûn. Gotin hunê gilî bikin an na. Me jî got em nakin. Lê me got ger ku hûn lêçûna nexweşxanê nedin dibe ku em gilî bikin.”
 
Gelek pirs hene
 
Lê kesekî ku nexwest navê xwe bide, îdia kir ku herdu xwişk saet di 00.00’an de li wesayîta çawîşê pispor H.K siwar bûne. Qeza jî li dora 04.00’an li ser riya Hênê-Pîranê li nêzî gundê Ari pêk hatiye. Cihê qeza pêk hatiye jî cihekî bêdenge, cihekî mirov lê bigerin tune ye. Di navbera ji kar derketin û pêkhatina qezayê de 4 saet hene. Di van çar saetan de ev xwişk li ku bûn, ger ji bo bibe mala wan li wesayîtê kiribin jî li ser wê rêyê çi karê wan hebû? Der barê bûyerê de gelek pirsên bên bersivandin hene.
 
Di 2 salan de çima 5 kafe hatin vekirin
 
Li gorî çavkaniyên herêmî di sala dawî de çawîşên pispor bi jinên ciwan re di bin navê hevaltiyê de têkilî datînin û welatî ji vê rewşê gelek nerehetin. Ji 2018’an heta niha li navçeyê 5 kafe hatine vekirin. Esnaf û welatiyan navê xwe nedan û gotin ev kafe ciwanan ji rê derdixin.
 
Li gorî çavkaniyên herêmî xwediyê kafeya di îlona 2018’an de hatiye veirin, xwedî ofîsa pertol û marketan e û rewşa wan ya aborî gelek başe, hewcedariya wan bi hatiniya kafeyê tune. Li gorî daneyan di 2019’an de meha kanûnê de kafeyek din hatiye vekirin, ji ber kar nebûye di pêvajoya pandemî de hatiye firotin, karmendê li qeymeqamtiyê dixebite yê bi navê Y.A. kafe girtiye.
 
Çavkaniyan got kafeya duyem jî di 2019’an de hatiye vekirin her du xwişkên di wesayîta çawîşê pispor H.K. de hatine dîtin li vê kafeyê dixebîtin. Tê îdiakirin ku yek ji xwediyê kafeyê nobedar e. Xwediyê kafeya din ya di mijdarê de vebûye jineke û li Amedê li ser Kolana 75’an û li Hênê salona wê ya xweşikbûnê heye. Çavkaniyekî got tevî ku kafe baş naxebitin jî bi israr nayên girtin.
 
Bi taybet jin tên xebitandin
 
Hat îdiakirin ku bi taybet zarokên malbatên xizan li van kafeyan tên xebitandin û bi taybet cenderme, çawîşên pispor û kesên payebilind tên van kafeyan. Yek ji îdiayên din jî ev e ku li şûna navê kurdî yên jin û zarokan navên tirkî tên bikaranîn.
 
Welatî bi bertek in
 
Welatî diyar dikin ku ji vê rewşê gelek nerehetin, leşker bi xwediyên kafeyan re di têkiliyek xurt de ne û deng nakin. Welatiyan her wiha daxuyandin ku ev polîtîkayeke dewletê ya nû li herêmê ketiye jiyanê.