'Em ê pilanên ajanan pûç bikin û wan ceza bikin'

  • 09:07 26 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Endama Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Jinê ya Kobanê Gulistan Mehmûd Kalo derbarê belavbûna ajanên girêdayî îstixbarata dewleta tirk de wiha got: "Wek Asayîşa Jinê em banga hişyarkirinê li civakê dikin ku derbarê ajanên li herêmê belav bûne de baldar bin, alîkariya me bikin da ku em pilanên wan têk bibin û wan bigirin."
 
Hêzên Ewlehiya  Hundirîn (Asayîş) a Kantona Kobanê ajanekî girêdayî îstixbarata dewleta tirk ê bi navê Serdar Ebdî li taxeke bajarê Kobanê beriya demekê girtibû. Ajanê hatî girtin da zanîn ku wî û ajanên din ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûn sedema girtina derdora 100 welatiyên Kobanê, bi tawana danûstandina wan bi Rêveberiya Xweser re. Li aliyekî din jî agahiyên girêdayî noqteyên Ewlehiyê yên li bajêr gihandine îstixbarata dewleta tirk û madeyên hişbirê  di nava ciwanan de belav dikin. Derbarê vê mijarê de Endama Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Jinê (Asayîşa Jin) li Kobanê Gulistan Mehmûd Kalo ji ajansa me re axivî.
 
'Dewleta tirk bi rêya ajanan tevlîheviyên di herêmê de çêdike'
 
Gulistanê da zanîn ku demeke dewleta tirk bi rêya ajanan êrîşî herêmê dike û wiha domand: "Dema ku agahî gihaştin me ku ajan li van deveran hene yekser me dest bi lêpirsînê kir. Armanca me ew bû ku em van ajanan bigirin, ji ber ku dewleta tirk bi rêya van ajanan dixwaze tevliheviyê di van herêman de çêbike, şerê taybet û derûnê li ser welatiyan, bi taybet jî li ser tevgera ciwan û jinan  bide meşandin. Dewleta tirk bi taybet dixwaze êrîşî Kobanê bike, ji ber ku gelê Kobanê li dijî hêzên desthilatdar derdikevin, li ser bingehê pergala Netewa Demokratîk xwe bi rêxistin dikin û çeteyên DAIŞ'ê di Kobanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê de bi destê jinê hat têk birin. Ji ber vê dewleta tirk bi rêya ajanan û bi her awayî êrîşî Kobanê dike."
 
'Bi dehan ajan hatin girtin'
 
Gulistanê destnîşan kir ku dema şerê Kobanê di 2014'an de ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê welatiyên Kobanê neçar man ku koçberî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di wê demê de bi dehan welatî hatin binçavkirin, girtin û dihatin tehdîdkirin bi rêya van kiryaran welatî ji xwe re kirin ajan. Dema ku komkujiya Kobanê di 25'ê Hizîrana 2015'an de derheqê welatiyan de hat çêkirin me dizanibû û bi destê ajanan ev komkujî hatiye çêkirin. Wê demê em ketin nava liv û tevegerê, lêpirsîn me da destpêkirin, bi dehan kesên ku ajantî ji dewleta tirk re dikirin hatin girtin û wê hesab ji wan kesan bê pirsîn. Kesên ku li dijî gelê xwe ajantiyê ji dewleta tirk dikin bila di wê ferqê de bin ku bûne sedema kuştina zarok, dayik û bavên xwe û di heman demê de bûne sedema dagirkirina xaka Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve."
 
'Ajan madeyên hişbirê di nava ciwanan de belav dikin'
 
Gulistanê herî dawî diyar kir ku ajanên girêdayî dewleta tirk madeyên hişbirê di nava civakê de belav dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li aliyekî din ajanên girêdayî dewleta tirk madeyên hişbirê di nava ciwanan de belav dikin û dixwazin çanda civakê xerab bikin. Kesên ku tehdîd ji aliyê dewleta tirk re ji wan re tên ku ajantiyê li ser gelê xwe bikin bila yekser me agahdar bikin, xwe bi tenê nebînin em li pişta wan in û em ê parastina wan bikin. Wek Asayîşa Jinê em bang li civakê dikin ku derbarê ajanên li herêmê belav bûne de baldar bin, alîkariya me bikin da ku em pilanên wan têk bibin û wan bigirin."