‘Rêjîma Îranê ditirse ku bi vîna jinan pergala wan hilweşe’

  • 09:04 26 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Mamoste Emîne Îbrahîm, derbarê girtin û darizandina mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihmedî ya ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye girtin nêrîna xwe wiha anî ziman: "Rêjîma Îranê dîtin ku jinên Kurd  li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê li dijî desthilatdariyê serî hildane, loma ew ditirsin ku li Rojhilat jî pergala wan bi destên jinan têk biçe." 
 
Rêjîma Îranê di 15'ê Tîrmehê de cezayê girtina 10 salan li mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihmedî ya 28 salî, birîn. Zara ji 23'ê Gulana 2019'an ve bi hinceta xwendina bi zimanê kurdî û beşdarbûna wê di çalakiyên li dijî ewlehiya netewî ya Îranê de, di girtîgehê de ye. Di vê çarçoveyê de mamosteya zimanê Kurdî  Emîne Îbrahîm ev mijar nirxand û bi me re parve kir. 
 
‘Zara tu sûc nekiriye ku were girtin’
 
Emîne di destpêkê de kiryarên Rêjîma Îranê ya derheqê jinê de şermezar kir û wiha got: "Kiryarên rêjîma Îranê li dijî jinan bê navber didomin. Qaşo xwe weke dewleteke demokratîk didin nîşandan, lê pergala wan berovajî vê ye. Li ser  hişmendiya zayendperest, baviksalarî , desthilatdarî û zordariyê pergala xwe da ye rûniştandin. Mamosteya zimanê kurdî Zara Mihmedî ku tu sûc nekiriye, bi hovîtiyeke li dijî nirxên mirovî hatiye girtin. Li gor rêjîma Îranê sûcê  wê ew e ku zimanê kurdî dida xwendin, çand û nasnameya xwe diparêze. Mamoste Zara ji sala 2019'an ve girtiye, çend roj berê di derheqê wê de biryara cezakirina 10 salan lê hat birîn."
 
‘Ziman û çanda me mafê me yê rewa ye’
 
Di domandina axaftina xwe de Emîneyê bang li tevahî mamosteyan kir  ku ji bo Zara têbikoşin û wiha gotina xwe dom kir: "Rêjîma Îranê dixwaze ku bi van kiryaran çand û zimanê Kurdî qir bike. Ew hewil didin ku bi van rêbazan rê li pêşiya parastina Gelê Kurd ji nasnameya xwe re, bigirin. Em jî weke mamosteyên Rojavayê Kurdistanê bang li tevahî mamosteyên Kurdistanê dikin ku ji bo parastina zimanê xwe ranewestin. Ji ber ku jiyankirina bi ziman û çanda Kurdî mafên me yên rewa ye. Em hemû jin ji bo Zara têbikoşin."
 
‘Îran ji hilweşîna pergala xwe ditirse’
 
Mamoste Emîne di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Zara jineke kurd e ku di doza parastina Kurdiyetê  têkoşîn dike.  Ev jin xwedî vîneke mezin e û hezkiriya zimanê xwe ye. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê ye.  Di destpêkê de Kurdistan û paşê  jî tevahî cîhan pê bandor bûn. Rêjîma Îranê jî ditirse ku jinên Rojhilatê Kurdistanê li dijî pergala wan serî hildin û hilweşînin. Loma jinên zana yên ku ji bo xizmeta civakê têdikoşine, digrin."