'Têkoşîna me li dijî dijminên jinan wê yek be'

  • 09:03 26 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Jinên Herêma Efrînê ên ku li Kantona Şehbayê dimînin derbarê kiryarên dewleta tirk ên derheqê jinê de nêrîna xwe anîn ziman û gotin: “Dewleta tirk pêşketina hêz û vîna jinê  weke metirsiyê ji xwe re dibîne. Êşa me jinan yeke, ji bo wê têkoşîna me jî li dijî dijminên jinan wê yek be.” 
 
Dewleta  AKP'ê li Bakûrê Kurdistanê ji bo têkbirina hêza jina kurd a ku xwedî destkefti ye, kiryarên dijmirovahî li dijî wê dide meşandin.  Jina ku li gorî maf û rastiya xwe têdikoşe tê girtin. Her roj jinan êşkence dikin û bi şêweyên herî qirêj bi ser jinan de diçin. Herî dawî jî li Bakurê Kurdistanê  nêzî 80 jin hatin girtin. Têkildarî mijarê Jinên Herêma Efrînê ên ku li Kantona Şehbayê dimînin derbarê kiryarên dewleta tirk ên derheqê jin de nêrîna xwe anîn ziman û bi me re parve kirin. 
 
'Pêşketina hêza jinê metirsiya dewleta tirk zêd dike'
 
Jina bi navê Henîfe Derwîş ser kiryarên dewleta tirk ên li dijî jinan nêrîna xwe wiha anî ziman: “Li seranserî Kurdistanê û bi taybet li Bakur jinên kurd ên ku li gorî mafê xwe ya rewa têkoşîn dikin tên girtin. Dewleta tirk jinan bi awayekî hov digirin û wan di êşkenceyan re derbas dikin. Ji ber ku jin pêşengtiya pêşxistina civakan dike, tê hedefgirtin. Pêşketina hêza jinê metirsiya dewleta tirk zêd dike. Dewleta tirk a dagirker li kêleka girtina jinan  li seraserî Bakurê Kurdistanê, da ku hebûna xwe li ser xaka Sûriyê mayinde bike hewaldana revanfina çeteyên DAIŞ'ê dike û alîkariyê dide wan.”
 
'Jinên xwedî fikrên azad têk naçin '
 
Jina bi navê Eliye Henan da zanîn tu kes nikare hêza jinên xwedî fikir têk bibe û wiha domand: ”Dewleta tirk a dagirker bi girtina jinên kurd li Bakurê Kurdistanê, dixwaze  gavên jinên xwedî biryar bi paş de bikşîne.  Jinên Rojavayê Kurdistanê bi yek rihî li pişta jinên Bakur in. Li tevahî cîhanê mafê her kesî ye ku daxwaza mafê xwe ya rewa bike.  Herwiha armanca bingehîn ji van kiryaran jî ew e ku di şexsê jina kurd de hebûn û nasnemeya Gelê Kurd dixwazin têk bibin.  Jinên xwedî fikrên azad têk naçin.”
 
'Jin wê bigihêje armanca xwe ya serkeftinê'
 
Her wiha jina bi navê Dûne Hesen binpêkirinên derheqê  jinên kurd ên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: "Hemû binpêkirin û kiryarên ku li Bakûrê Kurdistanê  derheqê jinên kurd de pêk tên, di heman demê de li Rojavayê  Kurdistanê jî tên kirin.  Bi destê komên çete ên girêdayî dewleta tirk a dagirker li ser jinan ev kiryar dubare dibin. Li sernaserî cîhanê Gelê Kurd û bi taybet jin li dijî  kiyarên dewleta tirk a dagirker têkoşîn dikin.  Bila Erdogan baş bizanibe ku jinên bi salane pêşengtiya doza azadî û demokrasiyê dikin, wê bigihêjin armanca xwe yên serkeftinê.  Wê jin  binpêkirinên dagirkeran vala derbixînin."