ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2020'AN

  • 09:00 26 Tîrmeh 2020
  • Rojev
*Jinên Kobanê yên ku di nava bazarê de pêdiviyên xwe dikirin, bal kişandin ser rewşa jiyanî ya zehmet û ser bihabûna ku di bazarê de heye û nêrînên xwe wiha anîn ziman: ”Piştî ku lîreya Sûriyeyê li hember rêjeya dolar bin ket, êdî bihabûneke mezin di bazarê de çêbûye. Ev yek rewşa jiyanî zehmet dike.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên Herêma Efrînê ên ku li Kantona Şehbayê dimînin derbarê kiryarên dewleta tirk ên derheqê jinê de nêrîna xwe anîn ziman û gotin: “Dewleta tirk pêşketina hêz û vîna jinê  weke metirsiyê ji xwe re dibîne. Êşa me jinan yeke, ji bo wê têkoşîna me jî li dijî dijminên jinan wê yek be.”  DÎMEN HEYE
 
*Mamoste Emîne Îbrahîm, derbarê girtin û darizandina mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihmedî ya ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye girtin nêrîna xwe wiha anî ziman: "Rêjîma Îranê dîtin ku jinên Kurd  li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê li dijî desthilatdariyê serî hildane, loma ew ditirsin ku li Rojhilat jî pergala wan bi destên jinan têk biçe."  DÎMEN HEYE
 
*Endama Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Jinê ya Kobanê Gulistan Mehmûd Kalo derbarê belavbûna ajanên girêdayî îstixbarata dewleta tirk de wiha got: "Wek Asayîşa Jinê em banga hişyarkirinê li civakê dikin ku derbarê ajanên li herêmê belav bûne de baldar bin, alîkariya me bikin da ku em pilanên wan têk bibin û wan bigirin."DÎMEN HEYE
 
*Dema em li Wêjeya Kurdî ya ku di gelek qadan de dibe eynika civakê dinêrin em dibînin ku bi taybet mêran zimanê zayendperest bi kar anîne. Di heman demê de jî di gelek roman û çîrokan de bi zimanê xwe jin weke objeyeke zayendperest nîşan dane û bi kesayete xurt dernexistine pêş. 
 
*Li Gêlê ya Amedê gumanbar Dogan Aydin yê jinek îstîsmar kiribû û heval û dayika gumanbar yên alîkarî dabûnê rastî 60 sal ceza hatin.
 
*Endamên malbatê yên ji bo welîdînê ji Salîhlî û Mersînê hatin Îzmîrê piştî testa wan ya Vîrusa Koronayê pozîtîf derket, li Îzmîrê asê man. Nexweşxaneyê ew şandin malê. Evîn Enterîlî diyar kir ku nikaribûn li otelan jî bicih bibin û got: “Tiştên em dijî rewşa pergala tenduristiyê nîşan dide.” DÎMEN HEYE
 
*Li Hênê ya Amedê di du salên dawî de 5 kafe hatin vekirin û tê îdaikirin ku zarokên keç yên malbatên xizan û jinên ciwan li van kafeyan tên xebitandin. Li gorî çavkaniyên herêmî hat îdiakirin ku çawîşên pispor bi jin û zarokên keç re di bin navê hevaltiyê de wan ji rê derdixin.