Dayikên Aştiyê: Bila kujer û tawanbar bê ceza nemînin

  • 14:54 25 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê têkildarî tundî û qetilkirina jinan daxuyanî dan û diyar kirin ku ew zilm û tundiyan li ser tu jinê qebûl nakin. Her wiha destnîşan kirin ku divê tawanbar û kujer bê ceza nemînin.
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê têkildarî tundî û qetil kirina jinan ji bo çapameniyê daxuyanî dan. Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Raîfe Ozbey axaftin kir.
 
‘Tundî û kuştina jinan ji aliyê dewletê tê parastin’
 
Dayika Aştiyê Raîfe Ozbey anî ziman ku di serdema hikûmeta AKP’ê ku 17 sal e li ser desthîlatdarê de ye kuştin û tundiya jinê jî her ku diçe zêdetir bû û wiha got: “Jin her cureyên heqaret û tundiyê dibînin. Jin vî tiştî heq nakin. Qetil kirina Pinar Gultekîn û hemû jinên ku rastî zilm û tundiyê tên şermezar dikin. Divê tu carî tawanbar û kujerên wan neyê serbest berdan. Ev tişt zilm e û kujer ji aliyê desthîlatdarê tê parastin. Di her mehê de nêzî 30 jin tên qetil kirin. Divê tu jin van tiştên hovanî nejîn.  Em vê helwestê bi tundî şermezar dikin. Bila jin dest bidin destê hevdû û li dijî vê zilm û zordariyê bibin yek. Her wiha ew zagonên ku pêşiya destrirêjiya jinê vedike divê bên guherandin.”
 
‘Bila kujer û tawanbar bê ceza nemînin’
 
Dayika Hawa Kiran jî diyar kir ku divê tu kujer û sûcdar bê ceza nemine. Ew mirovên ku jinan bi awayekî hovane qetil dike divê were ceza kirin.  Ew tişt nayê qebûl kirin. Bila bê bersiv nemînin. Em wek Dayikên Aştiyê zilmê li ser tu jinê qebûl nakin. Li ser tu jinê tundiyê qebûl nakin. Divê hemû jin li hemberê van tişan derkeve.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan azadî” bi dawî bû.