Parlamenterên HDP'ê û Dayikên Aştiyê di taştiyê de hatin gel hev

  • 14:48 25 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Jinên ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê û Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Remziye Tosûn di taştê de hatin gel hevdu. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun û Dayikên Aştiyê beşdarî taştiya Melcîsa Jinê ya HDP'ê ya Îzmîrê amade kirin, bûn. 
 
'Bila tecrîd rabe'
 
Remziye Tosun a ku di taştiyê de mafê axaftinê girt bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê wateya komkujiya li ser jinê. Dema tecrîda îmraliyê zêde dibe êrîş û tecawizên li ser jinan jî zêde dibin.
 
'Eger îro jin bi hevre li kolanan têdikoşin, bi xêra Birêz Ocalan e'
 
Remziye anî ziman ku çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 800’emîn de didome û wiha got: "Têkoşîna dayikan gelek girîng û bi wate ye. Divê her kes li têkoşîna dayikan xwedî derkevin. Birêz Ocalan dibêje 'Heta ku jin Azad nebe civak azad nabe'. Ji ber vê yekê em gotina wî esas digirin. Eger îro jin bi hevre li kolanan têdikoşin, bi xêra Birêz Ocalan e. Em tecrîda li ser Birêz Ocalan şermezar dikin. Tecrîdkirina Birêz Ocalan di serî de li ser jinan, li ser hemû Kurdistanê dimeşînin. Divê em hemû ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin." 
 
'Em ê her tim li qadan bin û têkoşîna xwe berdewam bikin'
 
Remziye, da zanîn ku Dayikên Aştiyê bi salan e ji bo aştî û azadiya zarokên xwe têdikoşin û wiha lê zêde kir: “Divê her kes zanibe ku mamasoteya herî baş dayik e. Tu hêz nikare li pêş sekna dayikên me raweste. Îqtîdar pir ji dayikan ditirse. 5 salin êrîşî HDP'ê dike. Tu partî nikarin di bin ew qas zext re rawestin. Em nizanin çend jin winda ne. Ji ber jin têdikoşin, ji jinan ditirsin. Çi dibe bila bibe em ê dest ji tekoşînê bernedin. Em ê her tim li qadan bin û têkoşîna xwe berdewam bikin."
 
'Em bi hev re bi hêz in'
 
Parlamentera HDP'ê Huda Kaya jî xwest her kes ji têkoşîna dayikan dersê bigirin û wiha got: "Jin hêz û motora têkoşînê ne. Di têkoşîna jinê de hêz û enerjî heye. Eger ked û dilê dayikên me tune be, dê têkoşîn û HDP li holê nemîne. Yê vê têkoşînê û partiyê ava dike dayik in. Îro hêj gelê me li dijî zaliman têdikoşin û bi hevî ne. Îqtîdara AKP'ê polîtîkayên tirsê pêş dixe. Jin li qad û kolanan li ber xwe didin û vê polîtîka tirsê dişkînin. Jin tên cem hev û rê vedikin. Di vê rêya ku jin vedikin de mêr dimeşin. Îro jî wisa ye. Çiqas bixwazin hêz û têkoşîna jinan bişkînin jî dê nikaribin me ji têkoşînê vekişînin. Em bi hev re bi hêz in:" 
 
'Polîtîkaya tirsê ji aliyê jinan ve têk çû'
 
Huda Kaya wiha got:"Îktidar bêslîbûn kiriye polîtîka û vê yekê ji xwe re dike firsed. Tiştên ku mêr dikin jin bedela wê dikşîne. Ew çiqas jî bên ser me em ê li keda xwe xwedî derkevin. "