Çalakiya 800’î ya Dayikên Şemiyê hat astengkirin

  • 13:23 25 Tîrmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 800’î de xwestin biçin Meydana Galatasarayê li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin darizandin lê carek din polîsan peşiya wan girt û asteng kirin. 
 
Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan pirs bikin û kujer werin darizandin xwestin di hefteya 800’î de biçin Meydana Galatasarayê. Polîsan carek din pêşiya Dayikên Şemiyê girt û destûr nedan. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî piştgirî dan dayikan. Li ser astengiyê Dayikên Şemiyê û beşdar li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê kom bûn. Kêliyek di navbera beşdarên çalakiyê û polîsan de gengeşe qewimî. Lê polîsan bi bariyer û mertalan pêşiya dayikan girt û destûr neda biçin Meydanê. 
 
Li ser vê yekê dê Dayikên Şemiyê li ber ÎHD’ê daxuyanî dê bidin çapemeniyê.