‘Jinên ciwan xwedî li doza rêheval û felsefeya azad derketin’

  • 11:07 25 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Roj Hozan / Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Jinên ciwan yên ku tevlî yekemîn konferansa Jinên Ciwan yên PYD'ê bûne, derbarê rola jinên ciwan a di nav şoreşê de, asta beşdarbûna wê û guhertinên ku bi xwe re çêkirine nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Jina ciwan di şoreşê de ew nasnameya xwe ya ciwantî girt ku bi rastî jî dînamîka civakê ye. Civaka rêxistinkirî ya ku bi rihê ciwantî pêşve diçe, wê her tim nûbûnê bi xwe re biafirîne."
 
Yekemîn konferansa Jinên Ciwan yên PYD'ê li bajarokê Rimêlanê yê navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê bi beşdarbûna 150 delegeyî hat lidarxistin. Di nava konferansê de nîqaşên têr û tijî ser rêxistina jinên  ciwan û asta tevlîbûna wan, herwiha guhertinên ku bi xwe re çêkirine hatin kirin. Paşê jî konferans bi biryarên girîng ji bo xurtkirina kar û xebatên jinên ciwan bi encam bû. Têkildarî mijarê jinên ciwan yên ku tevlî konferansê bûne nêrîna xwe anîn ziman û bi me re parve kirin.
 
‘Jinên ciwan xwedî li doza rêheval û felsefeya azad derketin’
 
Endama Koordînasyona Jinên ciwan Canda Remo derbarê konferansê de wiha nêrîna xwe anî ziman: “Jinên ciwan di nava salên şoreşê de pêşengtiya gelek qadên civakê kirin. Di nav de jî xwedî rol û misyoneke pir girîng bûn. Niha jî di astên herî bilind de cih digirin. Di encamê de kedeke pir ber bi çav dan û di oxira vê şoreşê de jî canê xwe feda kirin. Piştî 8 salan em dikarin bêjin ew nasnameya xwe ya ciwantî girtin ku bi rastî jî  ciwan dînamîka civakê ne. Jinên ciwan xwedî li doza rêheval û felsefeya azad derketin. Weke jinên pêşeng bê navber di nava tevgera serkeftina şoreşê de bûn. Ji bo wê jî em dikarin bêjin civaka rêxistinkirî ya ku bi rihê ciwantî pêş ve diçe, wê hertim nûbûnê bi xwe re biafirîne.”
 
‘Em dixwazin rêyeke azad li pêşiya jinên ciwan vekin’
 
Canda di domandina axaftina xwe de bal kişand ser guhertin û veguhertinên ku di kesayeta jinên ciwan de çêbûne, herwiha pirsgirêkên ku rastî wan tên û wiha domand: “Yekîtiya Jinên Ciwan dibe heya niha jî xwe ne gihandiye hemû jinên ciwan yên li Sûriyeyê. Lê heya radeyeke bilind jinên ciwan yên ku di herêmên me de dijîn hînî fikrê azadiya jinê, rastiye koletiye ku ser dihat meşandin û tundiye ku pê re rû bi rû dima bûn.  Ev hemû  jî jinên ciwan yên ereb jî dest digere ku ew jî di nava rêxistina ciwanan de ji bo azadiya xwe têkoşiyan. Armancên me yên pêşerojê jî em ew e em bikaribin xwe bighînin hemû jinên ciwan yên li Sûriyeyê û rêyeke azad li pêşiya wan vekin.”
 
‘Di konferansê de jina ciwan temsîla xwe ya siyasî nas kir’
 
Endama Rêvebriya Jinên ciwan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Koçer, ser pêşveçûna konferansê xalên bingehîn yên ku ser hatin rawestandin û ji bo pêşketina jinên ciwan wiha nêrîna xwe parve kir: “Erk û berpirsyartiyeke mezin kete ser milê konferansê. Di konferansê de jina ciwan temsîla xwe ya siyasî nas kir. Di konferansê de jî  jinên ciwan weke cara yekem nêrînên xwe yên siyasî anîn ziman û bi hev re parve kirin. Heya astekê jinên ciwan nasnameyek qezenc kirin û xwedî îrade jî bûn. Di şexsê jinên ciwan yên ku di konferansê de amade ne asteke zanebûnê pêş ketiye. Ew jî ser esasê perwerdeyên ku hatine dayin li pêş ket û guhertinên diyar ava kir.”
 
‘Rêxistinbûyina jinê parastina li hember destdirêjiyê ye’
 
Jiyan bal kişand ser êrîş û destdirêjiyên ku ser vîna jinan zêde bûne û wiha pê de çû: “Di nava salên şoreşê de bi serkeftinên ku jinan di hemû qadên jiyanê de bi dest xistine, rêxistina jin rastî êrîşên pir hovane tê. Weke her kes jî dizane di vê dema dawiyê de destdirêjiya ser jinên Bakurê Kurdistanê, jinên Efrîn û hemû jinên herêmên ku di bin serweriya tirkiyeyê de, zêde bûye. Ev yek jî sedemeke bingehîn e ku jinên ciwan ji bo tevahî jinan têkoşîn bikin. Em dixwazin jinek bê rêxistin nehêlin ku her jineke bikaribe li hember destdirêjiya dagirkeran xwe biparêze.”