Jina 13 salan bi şîdetê re rûbirû ma serpêhatiya xwe vedibêje

  • 09:02 25 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
ÊLİH - Ç.B. ya li taxa Gultepeyê ya Êlihê ku 13 salan bi tundiya L.Y. ê pêre hat zewicandin re ma serpêhatiya xwe ji ajansa me re vegot. 
 
Jina bi navê Ç.B. ya li taxa Gutepe ya Êlihê dayika 2 zarokan a 13 salan ji aliyê mêrê pê re zewicandî L.Y. ve bi tundiyê re rûbirû hat çîroka jiyana xwe ji me  re vegot Ç.B. diyar kir ku 13 salan hatiye îşkencekirin û ji ber gefên civak, malbat û derdorê wê nikaribûye terka vê jiyanê bike. Ç.B. diyar dike ku dema wê her tişt daye ber çavên xwe û xwestiye vê zewaca ku ji bo wê vegueriye îşkenceyê bi dawî bike jî L.Y. xwestiye wê qetil bike û got, " Civak jinan neçarî bêdengiyê dike.”
 
Ç.B. di nava malbatek ku xwedî 10 zarok e weke zaroka 8’emîn di sala 1985’an de ji dayîk dibe û Li taxa 19’ê Gulanê ya Êlihê mezin dibe. Di temenê xwe yê biçuk de  L.Y. nas dike û heta zanîngehê diqedînin bi hev re ne. Piştî qedandina zanîngehê Ç.B. bêy daxwaza malbatê bi L.Y. re dizewice. Li gorî ku Ç.B. dibêje ew di mehên destpêkê yê zewaca xwe de bi tundiyê re rûbirû. Ç.B. dibêje ku piştî 2 salên zewaca wan bûne jî L.Y. dest bi bikaranîna hişbirê dike û tundiya lê tê kirin roj bi roj zêde dibe.
 
Ducanî ji lêdanê dixwe!
 
Ç.B. diyar dike ku dema zewicîne her dû jî nedixebitîn û di aliyê aborî de ji pirsgirêkên wan ên mezin hebûne. Ç.B. di berdewamiyê de wiha bahsa serpêhatiya xwe kir, “Malbata hevjînê min me xwedî dikir. Ji ber ku bi tu şêweyî hevjînê min karek nedikir. Bawerim pirsgirêka wan ya malbatî jî hebû. Ji ber van pirsgirêkên wan jî kesa herî zêde mexdûr dibû dîsa ez bûm. Dema ew û birayê xwe pev biçûna jî dihat li min dida. Tundî her tundiye lê tundiya ku L.Y. dikir pir cuda bû.  Wî bi hêsin û kemberê li min dida. Dema ez ducanî bum jî bûm li min da û bi rojan nikaribûm rabim ser piyên xwe. Dema li min dida kêfxweş dibû.”
 
'Hevjînê te ye tiştek nabe'
 
Ç.B yê di berdewamiyê de got, “Carek li min xist û birayê wî jî dît. Ji ber ku ji hev aciz bûn piştgiriya min kir û em çun qereqolê. Li wir min bi delîl hertiştê xwe ji qereqolê re got, lê polîsan got 'hevjînê te ye tiştek nabe. Di zewacê de tiştên wiha diqewimin'. Tişta ku herî zêde min mehkumî vê jiyanê dikir ji xwe ev gotin bûn. Em hatin mal û hevjînê min vê carê jî ji ber ku min gilî kiribû li min da.”
 
‘Edî her roj ez dimirim’
 
Ç.B. di dirêjiya axafitna xwe de got,“Min ji temenê xwe yê biçuk ve hevjînê xwe nas dikir. Bila kes nebêje ma te di destpêkê de nas nedikir ku tu pê re zewicî. Yan jî dikare bêgotin ku dema tu zewicî û te rûyê wî yê rast dît çima te dest jê berneda. Ji bo ku ez vê nekim bi hezaran astengiyên min hebûn. Ma kî dixwaze jiyana wan bi îşkenceyê derbas bibe. Bifikirin li min dixist, dema laşê min tev reş dibû jî min di malê de heps dikir. Derî li ser min diqufiland. Ez bi rojan di odeyekê de asê dimam. Ez bi vî rengî nedijiyam. Ez her roj dimirim.”
 
‘Ez ê te û zarokên te bikujim’
 
Ç.B. got ji ber ku ez bê destura malbatê zewicîbûm min nedikarî biçim malbata xwe gilî bikim û got: “Ji xwe kesek bi min re nediaxivî. Ez 13 salan bê kes mam. Kesekî ku ez hewara xwe bigihînimê ji tune bû. Ji ber gefên malbat, civak û ji ber gefên ku hevjînê min li min dixwarin ez mehkumê vê jiyanê hatim kirin. Dema min digot em bi hev re nakin em zewacê biqedînin jî digot ‘ez ê li zarokên te bidim, ez ê wan nêz te jî nekim. Ez ê te û malbata te jî bikujim'. Min digot ji xwe min malbat
 gelek aciz kiriye êdî mafê min yê aciz kirinê tune ye.”
 
‘Lewaziya aboriyê ji dibu sedema tundiyê’
 
Ç.B. Diyar dike ku rwşa aboriyê jî di bû sedema ku tundiyê bibîne û diyar dike ku ew ji bo ji xwe re karekî bibîne gelek hewl daye. Di tekstîl û şaredariyê de ji dixebite. Piştî ku qayûm tê ji kar tê avêtin. Ç.B.  wiha dirêjî da axafitna xwe, “Piştî ez ji kar hatim derxistin ji şaredariyê di tekstîlekê de min karek dît. Di wê navberê de jî hevjînê min ji ber sedema bi karanîna eroinê 3 mehan di girtîgeha vekirî de dima. Li wir her roj bi telefonê li min digeriya. Hemû peyvên ku cihê tundiyê bigire bi kar dianîn. Dema hat berdan jî yekser hat cihê kar, min bi şer ji wir derxist û heta min bir mala mamê xwe di rêde li min da. Min bi erdê ve kaş kir û min bir malê derî li ser min kilît kir. Li wir ne kinc ne jî ru ji min re hêla. Cihekî ku bê birîn nema. Êdî min êş hîs nedikir. Dest û lingên min mîna kevir lêhatin.”
 
‘Kesekî dengê min ne bihîst’
 
Ç.B wisa got: “ Ji ber ku dizanî êdî ez êşê hîs nakim vê carê li zarokên min da. Herdu ji temenê wan biçûk bûn. Ji xwe dema min lêdan dixwar ew bi zêdahî aciz dibûn. Deruniya wan xera bibû. Lê vê carê wan jî lêdan dixwar. Min ji bo zarokên xwe xwest doza hevberdanê vekim. Min vekir û ez çum ji bo cezayê durxistinê bidin L.Y. Lê ji min re gotin pêwîste delîlek te hebe.  Bi derketinê re min hevjînê xwe li pêşberî xwe dît. Destê min girt û weke ku bi xweşî bi min re diaxive min ber bi cihek bê mirov ve dibir. Min ji derdorê alîkarî dixwest lê kesekî  min nebihîst. Di carekê de min xwe ji destê wî xilas kir û min baz da. Lê li cihê ku min girt jî min bi lêxistinê avêt erdê û bi parkeyên kolanê li serê min xist. Ez bi her darbeyekê bêhiş dibûm û hêza  min nedima. Di wê demê de tenê zarokên min di ber çavên min re derbas dibûn. Du ciwanên ku dengê min bihîstibûn bi hewara min ve hatin, L.Y tirsiya û pişve çu. Ez ji mirinê felitîm.”
 
Ew ciwan Ç.B. dibin nexweşxaneyê û li ji wir Ç.B.  dixwaze here cihê dozê û dibêje, "Min ji dozger re got, te delîl dixwest vaye delîl ji te re. Min doz qezenc kir lê min ev hêvî nedikir. Mêrê ku xest min bikuje tenê 9 mehan di girtîgehê de ma. Piştî ku were berdan jî dîsa jiyana min di metirsiyê de ye."
 
Doza Ç.B. ya hevberdanê berdewam e.