ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2020'Î

  • 09:00 25 Tîrmeh 2020
  • Rojev
*Ç.B. ya li taxa Gultepeyê ya Êlihê ku 13 salan bi tundiya L.Y. ê pêre hat zewicandin re ma serpêhatiya xwe ji ajansa me re vegot.
 
*Wahîbe Kaplan a ku bi seyarfiroşiyê debara xwe dike diyar kir ku zabitayan çend caran dezgeha wê xira kirine û alavên wê desteser kirine. DÎMEN HEYE 
 
*Jinên li Bazarcixê dijîn û penîrê navdar ê Qersê çêdikin ji berbanga sibehê heta êvarî dixebitin. Pereyê jinên ku bi binpêkirina kedê rû bi rû tên hiştin ji aliyê mêran ve tên xwarin. Jinên ku li ser vê yekê li zarok û malê jî dinêrin ewlehiya wan a di qada jiyanê de jî tune ye.   
DÎMEN HEYE 
 
*Gelo we qet mereq kiriye ku çima ew qas jin tên kuştin? Ma qeder e,  em her roj bi nuçeyek a mirina jinekê re çavên xwe li jiyanê vedikin. Ez ji we re minakekê bidim. Gotinek berê ya filozefekê heye di bêje 'mirov gora mirov e' Ev gotin di roja îro de dibe gotina mirov gora jinan e. Ma çawa çêdibe  zilamek ji bedena jinekê çêbibe, lê bedena jineke din bixe bin betonê. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Tawanbarê ku berî bi 7 salan tecawizî jina astengdara zîhnî kir çima nayê girtin. Ji parêzerên dozê Nuran Aydin diyar kir ku ji ber dozê dirêj berdewam kir dibe ku bikeve ber demboriyê.DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Şaredariya Qeqelîyê Dîlan Orenci ya ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin diyar kir ku êrîşên li dijî zarok û jinan parçeyek ji polîtikayên şer ên taybet in û wiha got:"Divê em bêtir xwe bi rêxistin bikin û dengê xwe bilind bikin."  DÎMEN HEYE
 
*Ji Rêveberiya Ofîsa Jinê ya MSD'ê Canda Mihemed pirsgirêk û kaosên ku di Rojhilata Navîn tê jiyîn nirxand û got: "Bi destên hêzên hegomonîk  şerê li Sûriyeyê ji serhildanên aştiyane veguherî şerê çekdarî. Dewleta tirk bi êrîş û pilanên xwe li Rojhilata Navîn êdî ketiye tuneleke tarî." DÎMEN HEYE
 
*Hediya Xelîl Gemo ku gîhayê Milûxiyê tîne û difroşe anî ziman ku ew ji xebatê gelekî hez dike û wiha got: "Milûxiyê jî yek ji wan gîhayên ku dîroka wê vedigere hezarê salan, gelê Herêmê wê weke xwarin û derman jî bi kar tîne." DÎMEN HEYE
 
*Mamosteya bi navê Dîlber Ehmed a ku di pêşengeha Ş.Herekol de pirtûka bapîrê xwe îmze kir wiha got: “Di vê pêşengehê de min xwest ez şopa bapîrê xwe dewam bikim. Dîrok ku li pey xwe hiştiye, ked û çîrokên wî di pêşengehê de pêşkêş bikim û biparêzim.”DÎMEN HEYE
 
*Mamosteyên Kantona Kobanê derbarê perwerdeya biranşên ku niha li ser tên perwerdekirin wiha nirxand: "Ji bo bilindkirina asta zanistê, me pêwîstî bi vekirina perwerdeyê dît. Bi berhemên nû  em ê vê zanistê xurt bikin."DÎMEN HEYE