'Ferman nayê jibîrkirin'

  • 15:25 24 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Almas Nayif/Nesrin Hisen
 
ŞENGAL - Li bajarokê Sinunê bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) bi minasebeta biranina salvegera Fermana 73'yan ya 3'yê Tebaxê meşek hat kirin û ferman hat şermezarkirin. 
 
Li bajarokê Sinunê bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) bi minasebeta biranina salvegera Fermana 73'yan ya 3'yê Tebaxê ku li Şengalê bi serê civaka êzidî de anîn meşek hat kirin û ferman hat şermezarkirin. Meş ji avahiya Meclîsa Gel a Sunûnê hat destpêkirin û heta sûka Sûnûnê berdewam kir.
 
Di meşê de wêneyên jinên ku di fermanê da hatin qetilkirin û yên jinên şehîd hatin hilgirtin. Girseya ku meşiya dirûşmên, "Jin jiyan azadî, "Bimre xiyanet", "Bijî berxwedana Şengalê û "Şehîd namirin"  hatin berzkirin. Jinên ku tevli meşa bûn ji ajansa me re axivîn û daxwazên xwe anîn ser ziman.
 
'Gelek jinên êzidî di dest çeteyan de ne'
 
Endame Tevgere Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Hena Elyas di destpêkê de axîfî û got: “Em îro wê meşê li dar dixin ji ber ku salvegera fermanê nêz dibe. 6 sal derbas bûn, lê hîn jinên êzîdî di destê çeteyan de ne. Gelek kes hatin kuştin hestiyên van di gorên komî de ne tû kes dengê xwe nakê. Daxwaza me jinên ketine destê çeteyan bên rizgarkirin û ji bo gorên komî çareseriyek were dîtin. Em daxwaz dikin ku Şêniyên Şengalê ên ji ber fermanê koçber bûne vegerin ser axa xwe.
 
'Herkes bêdeng e'
 
Emşe Şengalî jî wuha got: “ Îro em ji bo fermana bi serê şêniyên şengalê de anîn şermezar bikin dimeşin. Em Şeniyên şengalê û  jinên li Şengalê mafê xwe dixwezin. Di dema fermanê de herî zêde jin bi tundiyê re rûbirû man. Ev 6 sal derbas bû lê hin gelek jin û keçên Şengalê ku ketine destê çeteyên DAÎŞ tu agahî ji wan tûne ye. Jı bo parastina mafê xwe em bang dikin ku her kes rabe ser piyan.  6 sal derbas bûn hîn jî keç û jinên êzîdî yên Şengalê di destên çeteyên DAÎŞ ‘ê de ne. Li hembêrî van pêkanînan herkes bêdeng e ev nayê qebûlkirin.”
 
Di dawî meşê de daxwuyaniyek ji aliyê berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Sebîha Sebrî ve hat xwendin. 
 
Daxwuyanî wûha ye:
 
“Weke jin û civaka êzidî em dubare dikevin salvegera fermanê. Ji hemû salan zêdetir asta rêxistin û xebatên jinan berfirehtir bûye. Di bin sîwana TAJÊ de li seranserê cîhanê berxwedan û têkoşîna jinên êzidî yên kurd deng vedaye. 3'yê Tebaxa 2014’an nîşanî me da ku em tenê bi yekitî û rêxistinbûyînê dikarin li hember ferman, revandin û qetilkirinan rawestîn. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku fermana 73’an weke qirkirina tevahiya jinan bigrin dest. Qirkirin ne tenê li ser jinên êzî, li ser jinên hemû cîhanê pêk hatiye.”