Vê carê jî li Çewligê ji bo nêçira pezkoviyan destûr hat dayîn

  • 12:20 24 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ÇEWLIG - Li Çewligê ji bo nêçîra pezkoviyan destûr hat dayîn. 
 
Miduriyeta Giştî ya Parkên Netewî û Parastina Xwezayê ya Girêdayî Wezareta Çandinî û Daristanan “Fermana Sepana Turîzma Nêçîrê” weşand. Di vê fermanê de nêçîra pezkoviyên li Çewligê jî tê de cih girtiye. Ev fermanname ji bo nêçîra 2020-2021’an destûr hatiye dayîn û qadên nêçîrê diyar kirine. 
 
Li Dersimê jî îhaleya nêçîra pezkoviyên li Dersimê hatibû dayîn û li ser nerazîbûna xelkê biryara îhaleyê hat betalkirin.