Ayşe Gokkan: Me rabirdûya 5 hezar salî ya dewletê teşhîr kir

  • 09:59 24 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
AMED - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan anî ziman ku girtin û binçavkirina jinan bi talîmata dewletê tên kirin û wiha got:"Dewleta ku nikare îradeya jinê bike dest vê carê dest diavêje nirxên civakî."
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 14'ê Tîrmehê de bi 27 jinan re hatibû binçavkirin. Piştî binçavkirina 4 rojî şûnde Ayşe di 17'ê Tîrmehê de sewqî edliyeyê hat kirin û ji aliyê dadgehê ve bi şerdê kontrola edlî serbest hat berdan. 
 
Ayşe têkildarî binçakirin û operasyonên girtina jinan ji ajansa me re nirxand. Ayşeyê anî ziman ku girtin û binçavkirin bi talîmata dewletê pêk tê. 
 
'Ji ber îradeya jinê nikarin bi dest bixin, tecawiz dikin, qetil dikin'
 
Ayşeyê anî ziman ku dewlet dixwaze rejîmeke nû ava bike û wiha got:" Di vê rejîmê de jin tune ye. Kurd, Ermenî, Ereb, Elewî tune ne. Nasname û bawerî tune ne. Tenê nasnameyek heye ew jî ya mêr e. Ji me re dibêjin 'çima hevserokatî xeta we ya xemrî ye û dipirsin ku TJA ya kê ye?'. Dixwazin îlegalîze bikin. Ji min re dibêjin çima tu medyaya civakî bi kar nîne. Min fam nekir mirov bi kar tîne dibe sûc tu bi kar nîne sûc tê dîtin. Ez ne mecbûr im bi kar bînim. Ez li dijî fikrên xwe otosansurê bi kar nînim. Ez wekî îktidarê nafikirim. Ji ber îradeya jinê nikarin bi dest bixin, tecawiz dikin, qetil dikin."
 
'Sûcê Rosayê pêşîgirtina komkujiyên jinan e'
 
Ayşeyê diyar kir ku Komeleya Jinê ya Rosayê di çarçoveya zagonî de hatiye avakirin û wiha got:"Dewlet dibêje ez pêşî li komkujiyên jinan vedikim tu  çima pêşî lê digire? Rosayê hesabê qetilkirina jinekê ya ji aliyê polîsekî jî pirs kir. Rosa piştgiriya hiqûqî û derûnî jî dide jinan. Dibe hezê Rosayê negihêje her derê lê belê ji dewletê bêtir pêşî li tundiyê birî. Tam jî li vir naveroka dewletê vala derxist. Heger komeleyek ji te bêtir pêşî li kuştin û tundiyê bibire wê demê hebûna te paşve çûye. Wekî din sûcê Rosayê tune ye."
 
'Hebûna qeyûman dorpêçkrina azadiya jinê ye'
 
Ayşeyê wiha dewam kir:"Sîstem dewletê li ser desthilatdariya mêr ava dike. Loma hevserokatî û wekheviya li şaredariyan loma qebûl nakin. Hebûna qeyûman dorpêçkrina azadiya jinê ye. Dema hûn radibin li ser navê wekheviyê nêz dibe we asteng dikin."
 
'Me têkoşîn anî heta astekê'
 
Ayşeyê bal kişand ser zêdebûna tundî, tecawiz û êrîşa zayendî û wiha dewam kir:"Tenê di dawiya hefteyê de gelek jin hatin kuştin û bi tundiyê rû bi rû hatin hiştin. Rêbazên tundiyê jî guhertin. Dikujin, dişewitînin û beton li ser wan dikin. Hêzên ewlehiyê destdirêjiyê dikin. Çawişê pispor tecawizî jineke ciwan kir. Kesên ku êrîşî kujeran kirin bi êrîşê rû bi rû hatin hiştin. Bi van êrîşan dibêjin ez ê bikim tu jî nikare dengê xwe derxe. Dema em li van bûyeran dinêrin  em dibînin ku bi destên dewletê tên kirin. Ev nêzî 40 salî ye em têdikoşin. Em dibêjin em tundiyê qebûl nakin. Me têkoşîn anî heta astekê. Di nava van 16 salan de tundî zêde bû."
 
'Ji ber ku em li aqûbeta jinê dipirsin êrîşî me dikin'
 
Ayşeyê wiha dewam kir:"Tundî bi teşwîqa dewletê tê kirin. Dema her qada jiyanê li jinê tê girtin vê carê jin li ber îşkenceyê îdare nake û întihar dikin. Sîstem jinê ber bi întiharê ve dibe. Li mala parlamenterê AKP'ê Nadira Kadirova hat îdiakirin ku întihar kiriye. Dîsa li Dêrsimê Gûlistan Doke winda ye. Ji ber ku em li aqûbeta jinê dipirsin êrîşî me dikin."
 
'Me rabirdûya 5 hezar salî ya dewletê teşhîr kir'
 
Ayşeyê wiha dawî li gotina xwe anî:"Dewleta ku nikare îradeya jinê bike dest vê carê dest diavêje nirxên civakî. Em efûya îstimara zarokan wekî wehşeta sedsala 21'emîn dibînin. Dîsa nîqaşa li ser Peymana Stenbolê pêşî li komkujiyên jinê vedike. Em ê jî heta dawiyê bibin dengê têkoşîna jinê."