Ji jinên Muglayê bertek: Mêr vê cesaretê ji ku digirin?

  • 09:29 24 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Melîke Aydin
 
MUGLA - Jinan bertek nîşanê qetilkirina Pinar Gultekîn da û balkişandin ser pirsgirêkên ku xwendekarên jin dijîn û gotin: “Jiyana tenê ya xwendekaran wek hewcedarî tê dîtin û li gorî mêran jî ev qadeke îstîsmarê ya vekiriye. Wargehên zêde jî tune ne. Ji ber xanî jî nabînin, neçar dimînin şûnde biçin, dema dixebitin jî rastî tacîzê tên.”
 
Li navçeya Ula ya Muglayê li taxa Akyaka jina bi navê Pinar Gultekîn 5 rojan agahî jê nehat girtin di 21’ê Tîrmehê de derket holê ku ji aliyê Cemal Metîn Avci ve hatiye qetilkirin. Her wiha li heman bajarî di du mehên dawî de bû sê jin tên qetilkirin. Jinekê jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Bertekên jinan li dijî vê didomin.
 
Li Muglayê jinan bertek nîşanê rewşê dan û gotin sedema zêdebûna şîdetê ji ber pêknehatine Peymana Stenbol û qanûna hejmar 6284 zêde bûne.
 
Xwendekara zanîngehê Ahsen Arimal: Li Muglayê belkî jin rehet digerin lê ev nayê wateya ku jin di ewlehiyê de ne. Zîhniyeta serdest kuştina jinan didomîne, heta mêr hev diparêzin. Xwendekarên jin ji ber cil û bergan pirsgirêkan dijîn. Ji ber xwendekarên jin tenê dijîn wek hewcedarî tê dîtin û li gorî mêra ev qadeke ji bo îstîsmara zayendî ya vekiriye. Dê û bavê wan ne ligel wan bin dibêjin ‘hewcedariya wan bi pere heye’ û wan binpê dikin. Wargeh jî têr nakin. Ji ber xanî jî nabînin neçar dimînin vegerin. Dema xwendekar dixebitin jî tên tacîzkirin. Divê mirov bibin xwedî hişmend. Heta ji destê me tê divê em xwe perwerde bikin, rêxistin bikin.
 
‘Divê cezayên giran hebin’
 
Kedkara tenduristiyê Nazli Taperî:Em bi israr dibêjin Peymana Stenbolê. Bi rastî divê ji bo van kuştinan cezayên giran hebin. Ev mirov dema derdikevin heman tiştî dikin.
 
'Divê em dengê xwe bidin bihîstin'
 
Kedkara tenduristiyê Havana Çakar: Ez nîqaşên der barê Peymana Stenbolê de şaş dibînim. Bi tu awayî peyman nikare bê nîqaşkirin. Divê heta dawî bê pêkanîn.Em gelek xemgîn in. Em dixwazin tiştekî bikin. Divê em dengê xwe bidin bihîstin.
 
‘Kujer xwe di ewlehiyê de hîs dikin’
 
Hevala Pinarê ya zanîngehê Gulsun Gul:Kujer dibêjin tiştek bi me nayê. Ji ber vê jî xwe mafdar dibînin.
 
'Ma bila zarokên me nexwînin?'
 
Kedkara malê: Ayşe Aydogan: Em gelek xemgîn bûn. Zaroka min jî heye. Tiştek ji destê me nayê. Ancax bi qanûnan dikare tiştek bê kirin. Em wek civak hatine ku derê? Ma bila zarokên me nexwînin? Bêguman wê biçin derveyê bajar. Zarokên me nexwînin wê hîn bêtir xerab be.
 
'Divê em zêdetir dengê xwe bilind bikin'
 
Xwendekara zanîngehê Nujîn Kavakçi: Pinar û du meh berê jî Zeynep Şenpinar hat qetilkirin. Ji bo pêşî li kuştinên jinan bê girtin divê jin bibin yek. Divê em zêdetir dengê xwe bilind bikin. Em ji nîqaşên der barê rakirina Peymana Stenbolê fêm dikin ku dixwazin jin li tu qadê cih negirin.