‘Rakirina peymanê wê riya darazê bigire’

  • 09:03 24 Tîrmeh 2020
  • Rojane
WAN - Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Star Emîne Bozkurt da zanîn ku di rewşa peyman bê rakirin de wê hemû riyên darazê bên girtin û got: “Vekişîna ji peymanê, kuştin û êrîşên li hember jinan wê bigihêjîne nokteyek cuda.”
 
Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Star Emîne Bozkurt bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û bi lêv kir ku ji Peymana Stenbolê derketin, wê kuştin û êrîşên li hember jinan bîne nokteyeke cuda.
 
Emîneyê destnîşan kir ku di van rojên ku vekişîna Peymanê di rojevê de ye, êrîşên li hember jinan jî mijara gotinê ne û got: “Leyla Guven, Rojbîn Çetîn û gelek hevalên din hatin binçavkirin. Berê xwe didin jinên ku ji civakê re pêşengiyê dikin. Li Êlih û Şirnexê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve jina ciwan û zaroka 13 salî hatin îstîsmarkirin. Walîtî di vê mijarê de daxuyaniya ‘pir bi alkol bû’ dike. Ev jî ji bo parastina gumanbar e. Li şûna divê jin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bên parastin, rastî tacîza wan tên.”
 
‘Desthilatdarî dixwaze jina yek tîp biafirîne’
 
Emîneyê her wiha balkişand ser hewldana desthilatdariyê ya ku dixwaze jina yek tîp bê afirandin û wiha pê de çû: “Êrîşa zayendî ya li hember jin û zarokan di asteke dijwar de ye. Desthilatdarî jî dixwaze jina yek tîp biafirîne. Ji bo vê jî hemû derfetên xwe bi kar tîne. Êrîşa li hember aktîvîst, siyasetmedar û saziyên jinan ji ber vê ye. Dixwazin civakeke ku jin tê de tune ye biafirînin. Bi zext, binçavkirin, girtin, pêkanînên KHK’ê û girtina saziyan vê bikin. Lê wê bi ser nekevin.”
 
‘Di nava AKP’ê de mafê gotinê yê jinê tune ye’
 
Emîneyê bal kişand ser gotina serokwekîla koma AKP’ê Ozlem Zengîn ya wek ‘beriya AKP’ê navê jinê tunebû’ û berteka xwe wiha anî ziman: “Di siyaseta AKP’ê de jin hene lê mafê gotinê yê jinê tune. Tenê bi îmzeyan sînor in. Gotina wan tune ye. Nabin wezîr. Desthilatdarî di civakê de jî mudaxaleyê jinan dike. Dema jinek rastî tacîzê tê bi terza cil û bergên wê tê darizandin.”
 
‘Rakirina peymanê wê hemû riyên darazê jî bigire’
 
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tevî ku Tirkiye welatê ku ewil peymana Stenbolê îmze kiriye jî pêk nayne û wiha dawî lê anî: “Di darazê de pirsgirêkên cidî hene. Tevî çalakiyên ku divê Peymana Stenbolê baş pêk bê jî, pêk nehat. Niha jî dixwazin ji holê rakin. Lê di rewşa ku peyman bê rakirin de wê hemû riyên darazê bên girtin.”