'Êrîşa zayendî ya li dijî zarokan derveyî exlaqê mirovan e'

  • 09:01 24 Tîrmeh 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Têkildarî êrîşa zayendî ya çawişê pispor a li Şirnexê li dijî du zarokan jinên Hesekê diyar kirin ku divê kesên êrîşa zayendî dikin bêceza neyên hiştin û wiha gotin:"Divê ev kes bi cezayê herî giran werin darizanin. Gelo ji xwe re nahizirin bê ka ev zarok wê çawa jiyana xwe berdewam bike." 
 
Li Şirnexê çawişê pispor ê bi navê Aslan A. êrîşa zayendî li du zarokan kir. Têkildarî mijarê jinên Hesekê nerazîbûnên xwe anîn ziman û wiha gotin:"Êrîşa zayendî ya li dijî zarokan derveyî ehlaqê mirovan e. Divê her kes li dijî vê yekê derkevin û qebûl nekin. "
 
'Êrîşa zayendî ya li dijî zarokan derveyî exlaqê mirovan e'
 
Jina ciwan a bi navê Nûrşîn Hesen da zanîn ku heger pêşî li vê destdirêjiyê neyê girtin wê her dubare bibe û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Tiştê bi serê vê zaroka keç kirin bê exlaqiyeke mezin e. Êrîşa zayendî ya li dijî zarokan derveyî exlaqê mirovan e. Dewleta tirk nikarîbûn bi tang û topên xwe têkoşîna Gelê Kurd bisekinîne, rêbazê destavêtina li dijî jin û zarokên kurda ji xwe re hilbijartiye."
 
'Êrîşa zayendî ya li dijî zarokan nayên qebûlkirin'
 
Hemdiya Abdullah diyar kir ku ev bûyer careke din xwe dubare dike û wiha domand: "Beriya niha keça li Efrînê a bi temenê xwe 16 salî hat revandin û destdirêjî lê kirin, pişt re wê bi awayekî hovane kuştin û avêtin çoleke vala. Ji bo ku Gelê Kurd têkoşîna xwe berdewam nekin, hemû şêwazên xwe yên qirêj bi ser jin û zarokên kurdan de tîne. Divê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî van bûyerên hovane bisekinin. Êrîşa zayendî ya li dijî zarokan nayên qebûlkirin." 
 
'Li hember vê hovîtiyê bisekinin'
 
Jîn Osman nerazîbûna xwe nîşan da û wiha got: "Bi vê destdirêjiya ku li ser zaroka keç kirin, tirs xistin dilê hemû zarokan û êdî ditirsin ku ev bûyer dubare bibe. Ka niha ev zarok bi çi hestî dijî? Ev kes dema sûcê bê exlaqî bi vê zarokê kir, gelo nedihizirî wê çawa jiyana xwe berdewam bike. Em wekî jinên ciwan yên bajarê Hesekê bang dikin ku li hember vê hovîtiyê bisekine."