Li Herêma Cizîrê 6 kes bi Vîrusa Koronayê ketine

  • 18:21 23 Tîrmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê Ciwan Mustefa daxuyaniyeke çapemeniyê da û teqez kir ku heya niha 6 rewşên koronayê li herêma Cizîrê derketine. 
 
Bi beşdarbûna dehan sazî û dezgehên çapemeniyê li hola kongireyên çapemeniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demoktarîk, Hevserokê Desteya Tendrustiyê ya herêma Cizîrê Ciwan Mustefa daxuyaniyeke çapemeniyê da. 
 
Ciwan wiha dest bi gotina xwe kir: "Di encama belavbûna vîrûsa koronayê li dewletên cîran û li Başûrê Kurdistanê û derketina hinek rewşan li herêmên hikûmeta Sûriyê, Rêveberiya Xweser bi tedbîrên xwe rê li ber ketina vîrûsê demeke dirêj ji herêmên xwe re bike. Lê piştî derketina çend rewşên şubihandina vîrûsê, hat teqez kirin ku 4 rewşên koronayê tevî 2 rewşên din ku beriya demekê hatibûn ragihandin, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye tespîtkirin. 
 
Ciwan da xuya kirin ku her 4 rewşên ku hatine ragihandin li van bajaran in:"3 li Qamişlo jin in û 1 jî li bajarê Hesekê ew jî mêr e. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî dikeve merheleyeke nû ji derketina vîrûsa korona yê û her kesî tê xwestin ku li paqijî û tevgera xwe baldar bin û bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re alîkar bin. 
 
Ciwan wiha dawî li gotina xwe anî: "Pêwîste her kes baldar be da ku em bikaribin rê li ber belavbûna vîrûsê bigrin û kesên pê ketine derman bikin û em di vê pêvajoyê de jî bi ser bikevin."
Tê payîn ku sibe wê daxuyaniyeke nivîskî ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, derbarê vîrûsa koronayê û tedbîrên ku werin girtin de derkeve.