Cenazeyê Faydan di bin dorpêçê de ji bin peyarê hat derxistin

  • 15:03 23 Tîrmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - Cenazeyê Faydan Yeşîlirmak ê ji Goristana Xerzanê hatibû derxistin û li peyarên Kîlyosê hatibû definkirin, ji aliyê malbatê ve hat girtin. Cenazeyê Faydan li Goristana Yayla a Sûltangazî hat  definkirin. finkirin, ji aliyê malbatê ve hat girtin. Cenazeyê Faydan li Goristana Yayla a Sûltangazî hat  definkirin. 
 
Cenazeyê Faydan Yeşîlirmak a di 19’ê Kanûna 2017’an de bi 282 cenazeyan re ji Goristana Xerzanê ya Oleka Jor a Bedlîsê hatibû derxistin û dibin peyarên goristana bêkesan a li Kilyosê hatibû definkirin, ji aliyê malbatê ve hat girtin. Faydan a di sala 2014’an de li Kobanê di şereke li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da bû, testa DNA’yê ya malbatê ta bû hev girt. Piştî 2 salan encamê testa DNA’yê ji malbatê re hat ragihandin û malbatê li ser vê yekê cenaze girt. 
 
Astengiya leşkeran
 
Malbatê piştî belgeya ji Saziya Tipa Edlî (ATK) girt, di saetên serê sibê de, Miduriyeta Goristanan a Zîncîrlîkûyû û belgeyên pêwîst da rayedaran. Malbat dûre ji bo cenazeyê Faydan bigre çû Goristana Kilyosê. Malbat û xizmên Faydan li vê derê rastî astengiyên leşkeran hatin. Leşkeran peyara ku cenazele di binê de hatibû veşartin xistin dorpêçê û diyar kirin ku ji malbatê tenê kesek dikare biçe cihê peyareya ku cenaze li hatibû definkirin. Li ser vê yekê endamekê malbatê çû û cenaze teslîm girt. Di heman demê de leşkeran destûr nedan ku ne rojnameger û ne jî bi telefonê dîmen bên kişandin. 
 
Malbata ku cenaze teslîm girt, ber bi Goristana Faydan ya Hapîpler a navçeya Sûltangazî bi rê ket. Malbatê cenazeyê xwe li Goristana Faydan defin kir. Piştî definkirina cenazeyê Faydan deqeyek rêz hat girtin.