Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir

  • 13:10 23 Tîrmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtine bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji parêzerên Rêbarê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Raziye Tûrgût,  Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Abdullah Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di sala 2019’an de bi Ocalan re 5 hevdîtin kiribûn. 
 
Parêzer ji 7'ê tabaxa 2019'an ve ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, lê serlêdanên parêzeran ne bi erênî û ne jî bi neyînî nayên bersivandin.