Bi qeyda deng tehdîda tecawizê ya di bin çavan de hat teşhîrkirin

  • 09:12 23 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Berxwedêra Yukselê Nazan Bozkurt di bin çavan de qeyda deng a telefona wê vekirî mabû û piştî mehan şûnde tehdîdên polîs yên li hember wê û Melek Çetînkaya teşhîr kir. Nazanê got wê der barê polîsan de gilî bikin û got ger ew teşhîr bikin wê êdî tiştek wisa neyê kirin.
 
Nazan Bozkurt ya bi KHK’ê hatibû îxrackirin, li Kolana Yucek a Enqereyê ev sê sale çalakiya xwe ya ‘Em karê xwe dixwazin’ didomîne. Melek Çetînkaya jî ji bo kurê xwe yê cezayê muebetê girtibû meşa ‘edaletê’ dabû destpêkirin û Nazanê dema piştgirî dabû çalakiya wê hatibûn binçavkirin. Di bin çavan de qeyda deng a telefona wê vekirî mabû û ev rewş piştî mehan şûnde ferq kir. Di qeyda deng de tê dîtin ku polîs tehdîdên zayendî û dijûnan li Melek û Nazanê dike.
 
Nazanê got wê der barê polîsên mijara gotinê de ne gilî bikin.
 
‘Di bin çavan de bi zor telefona min girtin’
 
Nazanê wiha got: “Bi banga Melek Çetînkaya em di 19’ê Çile de tevlî meşa edaletê bûn. Polîsan dora me girt. Em binçav kirin. Polîsan nasnameya min girt. GBT jî dirêj berdewam kir. Min jî got dibe ku nehêlin ez dîmen bigirim, ez qeyda deng vebikim. Deng hebûn. Qêrîn hebûn. Min got em qe nebe vê bikin nûçe. Telefon di bêrîka min de bû. Min ji bîr kiribû ku qeyda deng jî min vekiriye. Piştre telefona min ji bêrîka min girtibûn.”
 
Tehdîda tecawizê di qeydan de hat dîtin
 
Nazanê destnîşan kir ku qeyda deng di seranserê binçavkirinê de berdewam kiriye û got: “Heta ku polîsan telefona min girtine, hemû axaftin hatine qeydkirin. Min telefona xwe girt û guhdar kir. Qeydek dirêj bû. Min çend rojan guhdar kir. Ewil min ferq nekir. Piştre min ferq kir ku polîs heqeretek nebaş li min û Melek Çetînkaya dike. Ji xwe yek hebû her tim em hedef digirtin. Dibêjin ku em ê heta organên zayendî lêgerîn bikin. Ez li ser vê ketim tevgerê. Ev sê sale ez li Yukselê têm binçavkirin. Ez hemû peywirdarên Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê nas dikim. Ji ber vê jî ez xwediyê deng nas dikim.”
 
‘Ger em teşhîr bikin wê wisa nekin’
 
Nazanê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku cureyên îşkenceyê li gorî zayendê diguhere û wiha pê de çû: “Gumanbarên li hember keça serokomar Esra Albayrak dijûn kirin hatin girtin. Divê ev polîs jî bên girtin. Sûcê me çibû? Divê bavê me jî serokomar be? Ger ku em van teşhîr bikin wê carek din tiştek wisa nebe.”