'Pirsgirêka esas ew e ku pêşî li azadiya nivîsandinê tê birîn'

  • 09:10 23 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Gulşen Koçuk
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegîna Rojnameya ÎLKSES a Îzmîrê Çagla Geniş diyar kir ku di şertên Tirkiyeyê de pirsgirêka esas a rojnamegeran ‘bi awayekî azad nikarin binivîsin’ û der barê pirsgirêkên rojnamegerên jin yên li herêmê dixebitin ev nirxandin kir: “Tevî gelek serkeftinên wan hene, tevî di dîtbariya derve û jiyana şexsî derdixin pêş, dema serkeftî dibin rastî hêrsê tên, rastî pîrozkirinê nayên.”
 
Li gelek deverên cîhanê rojnameger di bin zextan de ne û li Tirkiye û herêmê jî polîtîkayên zextê pêk tên. Sansur jî yek ji van pêkanîna ne. Sansura di dema Osmaniyan de pêk dihat di 24’ê Tîrmeha 1908’an de hatibe rakirin jî bi awayekî fîîlî pêk hatiye. 10’ê Hezîrana 1946’an de Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê hat avakirin û wek Cejna Çapemeniyê jî tê qebûlkirin. Nûçegîna Rojnameya ÎLKSES a Îzmîrê Çagla Geniş der barê şertên rojnamegeriyê de axivî.
 
*Hûn dikarin xwe bidin nasîn?
 
Li Îzmîrê hatim dinê. Di 2015’an de ji Beşa TV, Sînema, Radyoyê ya Fakulteya Ragîhandinê ya Zanîngeha Egeyê mezûn bûm. 5 sale di rojnameya ÎLKSES de rojnamegeriyê dikim. Ez nûçeyên jiyanê siyaset, jin, penaberan çêdikim.
 
*Li gorî we rojnamegerî çi ye? Hûn şertên rojnamegeriyê çawa dibînin?
 
Rojnamegerî hêzek mezin e, pîşeyeke pîroz ya divê rast û durust pêk bê ye. Dema rojnamegerî tê kirin jî ne fikarên bazirganî divê fêdeya cemaweriyê esas bê girtin. Yek ji pirsgirêka herî mezin a rojnamegeriyê ya li Tirkiyeyê ev e ku bi awayekî azad nivîsandin nayê kirin.
 
*Dema hûn pîşeya xwe dikin, fikaran dijîn gelo? Mînak ‘ez vê bikim gelo wê hedef bêm girtin’, ‘ev nûçe bi fikar e gelo’
 
Na ez najîm. Di kesayeta min de ji van fikaran re cih tune ye. Wisa bûya ez ê qet neketibama nava vê pîşeyê. Min azadî tercîh kir. Saziya tê de dixebitim jî ji bo çêkirina nûçeyan qada azadiyê diafirîne.
 
*Li Tirkiyeyê di îcrakirina rojnamegeriyê de hûn di navbera fikarên şexsî û etîka rojnamegeriyê de qet tercîhê dikin?
 
Rojnamegerî ne berjewendiyên mêr, berjewendiyên gel divê esas bigire. Bêguman yên etîka rojnamegeriyê li aliyekê dihêlin û li pey fikarên şexsî diçin gelek zêde ne. Ez dikarim vê ji bo bajarê lê dijîm vebêjim. Her wiha gelek kes dema vê dikin jî şerm nakin, nerehet nabin. Ev jî bi êştir e.
 
*Hûn di îcrakirina pîşeya xwe de rastî kîjan pirsgirêkan tên?
 
Li Tirkiyeyê rojnamegerî her diçe zehmet dibe. Lê herêmî, bêguman zehmetir e. Çavkaniya herî mezin a rojnameyên herêmî reklamên şaredariyan e. Di rojnameya me de jî îlanên şaredariyê tên dîtin. Bêguman ev ne şaş e. Ya şaş pêkanîna otosansurê ye. Rojnameyeke ku îlana şaredariyê bide, ji agahiyên neyînî yên der barê şaredar xwe dûr digirin. Li herêmî rojnamegerî veguheriye rojnamegeriya bultenê.
 
*Em balê bikşînin ser rêxistinbûna sendîkal, rêxistinbûna sendîkal bi herêmî xwe digihîne rojnamegeran? Di vê mijarê de hûn çi difikirin?
 
Li dijî zor û zehmetiyên aborî, newekhevî, sansur, zext û ji kar avêtinê rêxistina sendîkal girîng e. Lê li gorî min rêveberên sendîkayan li hember pirsgirêkên di sektorê de dixebitin ne bi hestiyar in. 5 sale nûçegîhaniyê dikim, heta niha nehatine pirsgirêkên me guhdar nekirine.
 
* Rewşa jinên rojnameger hûn dikarin binirxînin?
 
Li Tirkiyeyê rewşa jinan zehmet e. Rewşa rojnamegerên jin zehmetir e. Jin li welatê me ji bo nasnameya xwe têkoşînek cidî didin. Çapemenî di vî alî de ji bo jinan qadek girîng a têkoşînê ye. Jin li aliyekî hildiberînin û li aliyê din jî li dijî zehmetiyan têdikoşin. Tevî gelek serkeftinan bi dest dixin jî, bi jiyana şexsî û dîtbariya xwe dertên pêş.
 
*Îro bi wesîleya rakirina sansurê wek Cejna Çepemeniyê tê qebûlkirin. Li Tirkiyeyê beramberiya cejna çepemeniyê çi ye?
 
Li Tirkiyeyê dema mirov zextên li er çapemenî û rojnamegeran li ber çavan bigirin, beramberê cejna çepemeniyê tabloyek reş e. Ez 24’ê Tîrmeheke ku rojnameger neyên girtin, binçavkirin, ji kar neyên avêtin hêvî dikim. Beriya her tiştî divê em tora piştevaniyek mezin bihonin.