'Dewlet gûmanbaran diparêze'

  • 09:05 23 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Siyasetmedarên Jin ên Şirnexê,  bertel nîşanê êrîşên zayendî ku di demên dawîn de li herêmê zêde bûne dan û gotin: “Dewlet gûmanbaran diparêze û ev jî dibe sedem ku bûyerên bi vî rengî zêde bibin. Em li hember van pêkanînan bêdeng namînin û nahêlin ku tu kes bêdeng bimîne."
 
Di demên dawiyê da li dijî zarok û jinan êrîşên zayendî zêde bûne û ev êrîş herî zêde jî li herêma botanê  roj bi roj zêdetir dibin.  Herî dawî li navenda Şirnexê çawişê pispor Aslan A. yê li taxa Yenî ya navenda bajêr êrişa zayendî li dijî du zarokên 13 salî pêk anî, li Hezexê jî kesê bi navê B.B. li dijî zaroka 14 salî êrîşa zayendî pêk anîbû. Herwiha li Êlihê jî disa ji aliyê çawîşê pispar ve jina 18 salî Î.E. bi tecawizê re rûbirû hat hiştin û li nexweşxanyê xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike. Siyasetmedarên jin ên Şirnexê, bertek nîşanê êrîşên zayendî ku li dijî zarokan zêde bûne dan û gotin polîtîqayeke qirêj li ser herema Botanê tê meşandin.
 
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Cizîrê Gûler Tunç, anî ziman ku piştî qedexeya derketina kolanan şûn de li herema Botanê şerê taybet tê meşandin û wiha got: “Şerê îqtîdara AKP’ê piştî wê pêvajoyê vir de berdewam dike. Piştî qedexeya derketina kolanan şûn da êrîşên zayendî li dijî zarokan, kuştin û tecawiza li jinan zêde bûye û bi van pêkanînan re şerekî taybet tê meşan. Bi vî şerê taybet re tacîz, tecawiz,fuhûş û bikaranîna hişbirê gelek zêde bû. Lê tiştekî ku bala me dikişîne ew e ku êrîşên zayendî û tecawiza li dijî zarokan bi taybetî li herema Botanê bi destê dewletê, ji aliyê personelên dewletê ve tê kirin. Ev bûyerên destdirêjî, tecawiz û êrîşa zayendî hemû bi destên AKP, MHP, çawişên wan ên pispor û polîsan tên kirin. Li Şirnex, Silopî û Hezexê û Elkê zarokên me ji aliyê alîgirên dewletê ve bi êrîşa zayendî re tên rû hev. Îro ev kesên alîgir jî ji aliyê dewletê ve tên parastin. Hevalbendên AKP û MHP’ê rewşa li herêmê şerê didin meşandin ji bo xwe kirine fersend û rêve dibin.”
 
‘Dixwazin di warê ehlaqî de me têk bibin’
 
Gûlerê, bal kişand ser qanûna înfazê ku hat qebûlkirin  û wiha got: “Bi qanûna înfazê re hemû girtiyên edlî derxistin û niha bi tenê girtiyên siyasî di girtîgehan de tên girtin. Bi tahliyebûna kesên tecawizkar re pêşi li van bûyeran hat vekirin. Ev jî tê vê watekê ku ji kesên berdan re dibêjin 'min hûn hûn dikarin êrîşên zayendî, tecawiz û tundiyê li jinan bikin'. AKP ev 18 salin li ser îktîdarê ye û ev 18 salin kûştina jina, tundî, girtin, destdirêjiya li dijî zarokan û fûhûş zêde bûye. AKP ji bo me kurdan vê rewa dibîne. Îqtîdar bi rêya leşkeri nikaribû me têk bibe. Ji ber vê jî dixwaze di warê ehlaq de û bi destdirêjiya li dijî zarokan  me têk bibe. Gelê Botanê ji salên 90’î vir de gelek  tişt dît û jiya û tu carî paşve gav neavêt. Li hemberî vê pergalê tim serî rakiriye û li berxwe dide. Gelê me yê Botanê li dijî van bûyerên êrîşa zayendî bêdeng nema û derket kolanan dengê xwe bilind kir. Me jî carekedin dît ku gelê me bêdeng nîne, li dijî van qirêjiyan tim dengê xwe bilind dike. Heta ku ew gûmanbar neyên cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bibin şopdarê van bûyeran. Em ê tim li dijî van bûyerên qirêj li ber xwe bidin. Em ê nehêlin ku destên xwe dirêjî zarokên me bikin.”
 
‘Ji ber polîtîqayên bêcezahiştinê ev bûyer zêde bûn’
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê Elfesya Naz jî da zanîn ku êrîşên zayendî di demên dawiyê de zêde bûne û wiha anî ziman: “Ev êrîşên zayendî ji demên berê vir de berdewam dikin û pêşî lê nayê girtin. Lê belê herî dawî bi qanûna înfazê ku derket û gel bêdeng ma ev jî bû sedema zêdebûna van bûyeran. Li herema Botanê tu carî bûyerên  bi vî rengî nedihatin jiyîn. Ev bûyer di çend salên dawiyê de zêde bûn. Li dijî van bûyeran divê em wek gel bertek nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin. Li Şirnexê bûyereke êrîşa zayendî pêk hat û gelê Botanê li hemberî vê dengê xwe bilind kir derket kolanan. Ev jî nîşan dide ku gelê me bêdeng nemîne. Divê em malbat bibin dengê zarokên xwe. Divê em civak bi hev re rabin ser piyan. Ji ber polîtîqayên bêcezabûnê ev bûyer zêde bûn. Bi taybetî jî ev bûyerên êrîşa zayendî ji aliyê alîgirên dewletê û personelên saziyên dewletê ve tên kirin. Bêdengî dibe sedema zêdebûna van bûyeran. Em bêdeng namînin û nahêlin ku tu kes bêdeng bimîne. Em dibêjin li dijî van bûyeran dengê xwe bilind bikin.”
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê Medya Hezar jî bang li gel kir ku li dijî van bûyeran bêdeng nemînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sedema van bûyeran îqtîdara heyî ye. Îqîtdar di bedêla ku sûcdaran ceza bike serbest berdide. Ji ber ku îqtîdar cezayê herî giran li van kesan nabire bûyerên bi vî rengî zêde dibin. Kesên ku êrîşa zayendî pêk tînin baweriya xwe bi dewletê tînin. Ji ber ku dewlet li paş wan disekine û ceza li wan nabire. Ez bang li gelê me dikim ku li dijî van êrîşan bêdeng nemîne û têbikoşe."