Jin dipirsin, çima M.O nayê cezakirin?

  • 09:02 23 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
ÊLIH - Jinên siyasetmendar ên Êlihê bertek nîşanê berdana çawîşê pispor ê ku tecawizî İ.E. kiriye dan û gotin: “Rexmê ku îro hemû sucê M.O bi delîlan hatiye piştrastkirin, çima dewlet wî ceza nake.”
 
Li navçeya Qubînê ya Êlihê jina ciwan a 18 salî piştî çawîşê pispor M.O. tecawîzî wê kir û întîhar kir niha di nexweşxaneyê de ye û xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike. Di 17’ê Tîrmehê de çawîşê pispor îfade da dozgeriyê û dozgeriyê biryara serbestberdana wî da. Rexmê nameya İ.E. li pişt xwe hêştiye jî M.O. nehat girtin. Jinên siyasetmendar ên Êlihê bertek nîşanê polîtîkayên bêcezahiştinê ên dewletê dan û gotin destdirêjî, tecawuz û qetilkirina jinan polîtîk e.
 
‘Sûcdar nayên cezakirin’
 
Cîgira hevşaredarên Êlihê ku qeyûm li şûna wan hat tayînkirin Şehrîban Aydin da zanîn ku di demên dawî de buyerên weke destdirêjî, tecawuz, qetilkirina  jin û zarokan bi awayek ne ji rêzê ru didin. Şehrîban wiha berdewam kir: “Em dikarin bêjin ku ev buyer jî di encama bêcezahişitna sucdaran de derdikevin holê. Peymana Stenbolê hat taloqkirin, biryara bi zewacê re serbestberdana tacîzkarên zarokan bu rojev. Ev  ji xwe feraseta wan dide nîşa kirin. Di encama van yekan de ji em dikarin li daneyên qirkirina jinan a mehekê temaşe bikin. Tenê di meha Hezîranê de 27 jin hatine qetilkirin û ev jimareke mezin e. Gulîstan Doku bi mehane nehatiye dîtin û kesê ku Gulîstanê herî dawî pê re hatibû dîtin ku hemû delîl wî nîşandidin serbest hat berdan. Li Şirnex û Êlihê jî bi heman rengî, rexmê ku nameya jina ciwan li pey xwe hêştiye jî M.O. serbest hat berdan. Ev tê wateya ku ew piştgiriyê didin êrîşkaran û wê bibe sedema zêdebûna bûyerên bi vî rengî. Ez weke jinek ciwan naxwazim ji aliyê hevalê xwe, hevjînê yan jî ji aliyê yekî din ve werim qetilkirin. Em ji dixwazin bijîn, naxwazin bi tirsa mirinê derkevin derve. Bila M.O. û bi hezaran kesên weke wî werin cezakirin.”
 
‘armanca serbestberdana M.O. çi ye?’
 
Dayika Aşitiyê ku di heman demê de hevseroka MEBYA-DER’ê ye Şukran Sincar jî got êdî cezakirina M.O. ku daxwaza İ.E. ye daxwaza me hemûyan e. Şukran got divê civak bi hev re li dijî vê yekê derkeve û wiha berdewam kir: “Ji me re ferqa nîjad, ol û reng tune ye. Îro jinek mexdur e, ev were serê kê em ê li dijî derkevin. Lewra desthilatdar tacawiza li jina weke şikestina civakê dibînin û bi wî rengî êrişek nîjadperest û zayendperest didin meşandin. Zarokên 13 salî li Şirnexê û îro jî ciwanek 18 salî li Êlihê bi destdirêjî û tecawiza çawîşên pispor re rûbirû mane. Gelo berpirsiyarên ku çawîş azad berdane destê xwe danîn ser wijadanê xwe. Yan ji ber ku ew zarok kurd bûn qet ne xema wan bû. Wan ev çawîş ji bo hizûra civakê xirabikin şandine.  Armanca hatina wan, destdirêjiya wan û serbest berdana wan çi ye gelo? Em hemû ferdên civakê bersiva vê meraq dikin. Tişta ku divê bê kirin cezakirina wan êrîşkaran e. Ez dixwazim gotina çawişê ku keçika 18 salî bi tecwizê re rûbi rû hiştiye ku dibêje ‘min bi dehan jin xapandin, kes nikare tiştek bike tu jî nikarî’ li bîra we bînim û bila tucar jî bîra we neçe ev gotin. Divê em kesên hember xwe nas bikin. Ger em îro li dijî vê dernekevin, em ê êdî nikaribin  derkevin derve jî.”
 
‘cezanekirina tacîzkar polîtîk e’
 
Rêvebera HDP’ê ya bajarê Êlihê Ruken Işik jÎ wiha got: “Îro jin tên tecawizkirin û tecawizkar dizane ku ew ê neyê cezakirin, ev yek polîtîk e. taloqkirina qanûnên ku jinê diparêzin jî polîtîk e. Qetilkirina Pinar Gultekîn, nedîtina Gulîstan Doku, serbestberdana M.O. polîk e. Divê li hemberî vê yekê bertekên herkesî bi awayekî herî xurt bin. Ev ne pirsgirêka Êlih û Şirnexê tenê ye.  Ji Stenbol hetanî Şirnexê divê jin toreke qahîm li hemberî van polîtîkayan bidin meşandin. Ger ji bo Gulîstan Doku û gelek jinên weke dengekî xurt bihata derxistin wê îro ne li Şirnexê,  ne li Êlihê ne jî li Muglayê van bûyeran rûnedana. Dibe ku ev ne buyerên yekem bin lê ya girîng divê em ji îro şunde bikaribin li pişt van buyeran rawestin û ji bo demên pêş neyên jîyîn têbikoşin. Ez dixwazim balê bikişînim ser jinên ku li hemberî van polîtîkayan têkoşîn dane. Îro ji ber ku li hemberî van polîtîkayan rawestiyane her roj tên binçavkirin û girtin. Naxwazin kes li hemberî van pêkanînan derkeve. Destura daxuyaniyan jî nayê dayîn. Jin ji ber ku bi hêz in bi van êrişan re rûbirû tên, lê divê were zanîn ku wê jin têkoşîna xwe bidomînin.”
 
 ‘Wê tu hêz nikaribe vîna me jinan bişkîne’
 
Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci jî da diyarkirin ku êrişên îro li hemberî jinan pêk tên êrişên bê ehlaqî  ne û wiha got: “Cezanekirina çawişê pispor feraseta dewletê nîşan dike. Tê wê wateyê  ku dewletê jî piştgirî daye van pêkanînên qirêj. Ev di eslê xwe de peyameke ji bo me. Bi kuştin qetilkirin, destdirêjî û tecawucê dixwazin vîna me bişkînin. Bi vî rengî jî di aliyê derûnî de jî dixwazin bandorê li ser civakê bikin. Lê divê were zanîn ku wê tu rêbazên şerê qirêj nikaribin vîna me bişkînin. Em ê weke jin ango weke jinên kurd li ser piyan bisekinin û li ber xwe bidin. Bangewaziya min ji hemû jinan re ye ku divê li dijî van buyeran toreke qahîm ava bikin. Ger em îro nebin dengê jina ciwan a ku ji aliyê çawişê pispor ve hatiye tacîzkirin wê sibe wê gelek dereng be. Divê em nameya wê baş bixwînin û li gorî gotina dike nehêlin ev buyer bi serê tu jinan were.”
 
‘Divê jin li hemberî destdirêjiyê dest bidin hev’
 
Rêvebera HDP’ê ya Navçeyê Zozan Adlix jî di destpêka  axaftina xwe de diyar kir ku her ku diçe buyerên destdirêjî û tecawuzê ji ber polîtîkayên cezanekirinê zêdetir ru didin û wiha  got: “Jin berê li hemberî mêr û civakê şer dikirin îro li hemberî mêr, civak û dewlet li ber xwe didin. Êdî destdirêjî û tecawuz  hatiye wê astê ku em nikarin derkevin kolanan. Em ê weke jin li hemberî vê li ser piyan bin û têbikoşin. Ji bo buyerek din ya wiha neqewime divê em jin hemû dest bidin hev.”
 
‘Divê jin xwe rêxistin bikin’
 
Ji qada kedê Narîn Erol jî got pêwîste jin mafê xwe biparêzin yan wê mêr bi qanûnên dewletê re werin parastin. Narînê herî dawî cîh da van gotinan: “Pêwîste jin hêza xwe bi her awayî nîşan bide. Yan wê  mêr xwe di pişt hişmendiya dewletê ya mêr de biparêze. Dewleta mêr ango civaka mêr wê bixwaze ser van buyeran bigire. Wê tacîzkar û qetilkarên jinê ceza bike sucdar bibîn e. Vê hişmendiyê jî wê tenê rêxistinbûyîna jinê bikaribe asteng bike.”