Li Qamişloyê ji bo 19’ê Tîrmehê şahî hat lidarxistin

  • 08:52 23 Tîrmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şoreşger bi dirûşma "Jinên Ciwan misogeriya serkeftina şoreşa 19'ê tirmehê ne" salvgera şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kirin. 
 
Bi munasebeta 8'emîn salvegera 19'ê tirmehê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şoreşger bi dirûşma "Jinên Ciwan misogeriya serkeftina şoreşa 19'ê tirmehê ne" şahiyek li stadyuma Heysem Kiço ya bajarê Qamişloyê li dar xistin. Di şahiyê de bi dehan jinên ciwan, şêniyên Qamişloyê û sazî û dezgehên sivîl amade bûn. 
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê jinên ciwan Roj Elo 19’ê Tîrmehê li hemû gelan pîroz kir û wiha got: "Di serî de em salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê li hemû gelan pîroz dikin. Ev şoreş bûye çirûska hemû gelên bindest û destpêka gihiştina şerê gelên şoreşgerî. Ev ax bi xwîna Silavan, Arînan, Serhedan û Lewendan hatiye avdan û bûye bingeha serkeftina Kurdistanê. Em ê wek jinên ciwan hertim bi rihê serhildana 19’ê Tîrmehê tev bigerin û li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin."
 
Paşê lîstika fotbolê ji aliyê tîma Kobanê û Amûdê ya jinan hate lîstin. Encama herdu tîman jî wek hev bûn. Paşê têkwando ji aliyê tîma Roj ve hate pêşkêşkirin. Her wiha hunermend Danîş Botan û Nesrîn Botan stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.