Heyeta HDP'ê çû serdana gundiyên ceyrana wan hatiye birîn

  • 16:29 22 Tîrmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê çû serdana gundiyên ev meheke ceyrana wan ji aliyê DEDAŞ'ê ve tê birîn.
 
Ev dora mehekê ye ku ceyran ji bo 100 gundên girêdayî Dêrik, Artuklu, Qoser ên Mêrdînê nayê dayin. DEDAŞ bi hinceta 'Deyn heye' ceyranê dibirîne û li ser vê yekê av jî qut dibe û gundî mexdûr dibin. Tevî Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay heyeta HDP'ê çû serdana gundiyên ceyrana wan hatiye birîn. 
 
Heyeta ku çû serdana gundiyên ceyrana wan hatiye birîn li pirsgirêkên wan guhdar kir. Heyet bi gundiyan re têkildarî çareseriyên pirsgirêkan axivî.