'Dev ji reşkirina Peyama Stenbolê berdin'

  • 14:46 22 Tîrmeh 2020
  • Rojane
HATAY - Parêzer Mehtap Sert têkildarî Peyama Stenbolê axivî. Mehtapê got:"Dev ji reşkirina Peyama Stenbolê berdin."
 
Platforma Jinê ya Îskenderûnê, Konseya Arsuz, Baskê Jinê ya Arsuzê ya CHP'ê têkildarî zagona îstismara zarokan de li ber Şaxa Egitim Senê daxuyanî da. Pankarta "Em ne di şînê em di nava raperînê de ne" hat vekirin. 
 
Di daxuyaniyê de Mehtap Sert axivî û bal kişand ser qetilkirina Pinar Gultekîn. 
 
'Xeta Tundiyê'
 
Mehtabê wiha got:"Dev ji gotinên xwe yên li dijî jin û zarokên keç ên zayendperest berdin. Bihêlin Peymana Stenbolê û xeta tundiyê çalak be. Hewildana ji bo efûya îstismara zarokan îstismarkaran bi hêz dike. Divê efûya îstismara zarokan ji rojevê bê derxistin. Tundiya li dijî jinan bidin sekinandin. Dev ji tehdîda li dijî destkeftiyên jinan berdin."