Xeteriya jiyanê ya Î.E. berdewam e lê gûmanbar li derve ye

  • 11:44 22 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ÊLIH - Jina bi navê Î.E. ya ji aliyê çawîşê pispor M.O. ve tecawizî wê hat kirin û dermankirina wê li nexweşxaneyê berdewam dike bi xeteriya ji sedî 80 felçmayînê re rûbirû ye.
 
Li navçeya Qubînê ya Êlihê jina 18 salî ya bi navê Î.E.  di 16'ê Tîrmehê de bi awayê bi gûman birîdar bibû û rakiribûn nexweşxaneyê. Piştî Î.E. rakirin nexweşxaneyê derketibû holê ku Î.E. ji aliyê çawîşê pispor ê dewleta tirk M.O. ve bi tecawizê re rûbirû hatiye.
 
Î.E. ya li nexweşxaneyê dermankirina wê berdewam dike, hat diyarkirin ku xeteriya wê ya ji sedî 80 felç bimîne heye. Li gorî agahiyên ku ji bijîşkan hatin girtin hat aşkerakirin ku organên Î.E. yên navê parçe bûne û gurçikên wê jî avê digirin. Herwiha hat diyarkirin ku têkoşîna jiyanê ya Î.E. berdewam dike.
 
Gûmanbar li derve ye!
 
Gumanbar çawîşê pispor M.O., piştî ku hat binçavkirin û îfadeya wî li dozgeriyê hat girtin serbest hat berdan. Li gel banga malbatê û hewldanên jinan jî gûmanbar nayê girtin û li derve serbest digere.