Sercerdevan û zarokên wî yên Hamdiye Şik qetil kirin hatin girtin

  • 09:13 22 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Sercerdevan Mahmut Karaaslan û 5 zarokên wî yên li Bismilê Hamdiye Şik qetil kirin hatin girtin. 
 
Li Kuçeya Kagiliyê ya Bismila Amedê di 18'ê Tîrmehê de di encama pevçûnê de sercerdevan Mahmut Karaaslan jina bi mehra olî pê re zewicî Hamdiye Şik û lawê wê Kadri Karaaslan qetil kiribû. Di pevçûnê de Murat Karaaslan, Mehmet Karaaslan û Bahar Karaaslan birîndar bûbûn. 
 
Sercerdevan Mahmut Karaaslan û zarokên wî yên bi navê Serdar, Sîdar, Zafer, Mazlûm, Enes Karaaslan ên do derketin dadgehê hatin girtin û şandin girtîgehê. Zarokê Hamdiye Şik ê ku birîndar bûbû Murat Karaaslan jî bi tedbîra kontrola edlî serbest hat berdan.