'Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tecîda li ser Gelê Kurd e'

  • 09:03 22 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Hêlîn Asmîn
 
QAMIŞLO - Endama Meclîsa  Rêveberiya Edaleta Civakî ya bajarê Qamişloyê Gûlizar Birahîm  li ser tecrîda girankirî  ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anî ziman ku bi tecrîdê mafên mirovan tên binpêkirin û wiha got: "Ev bû 20 sal Rêber Apo di zindanê de ye û heta niha jî tecrîdek girankirî li ser tê meşandin, ev tecrîda li ser Rêber Apo di heman demê de li ser Gelê Kurd e." 
 
Dewleta tirk ev bû 20 sal Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di  zindana Îmraliyê de digire. Her wiha tecrîdek girankirî li ser dide meşandin û heta roja îro jî berdewam dike. Her çiqas parêzer û malbatên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê bikin jî bi hincetên cur bi cur hevdîtin pêk nayên. Ji 7'ê tebaxa 2019'an heta roja îro parêzeran 83 caran serlêdan kiribûn, lê ji aliyê hikûmeta AKP'ê û dewleta tirk ve tên redkirin. Têkildarî mijarê Endama Meclîsa Rêveberiya Edaleta Civakî ya bajarê Qamişloyê Gûlizar Birahîm nêrîna xwe ji ajansa me re parve kir.  
 
'Fikir û felsefeya Rêber Apo Gelê Kurd bi hêz dike'
 
Gûlizarê di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha pê de çû: "Di  sala 1999'an de bi komployek  navneteweyî Rêber Apo hat dîlgirtin. Em vê komployê bi tundî şermezar dikin. Di vê komployê de hemû hêzên hegemonîk bûn yek û  Rêber Apo dan girtin. Fikir û felsefeya Rêber Apo ji hemû  gelên azadîxwaz re dibe bersiv û ji pergala kapitalîzmê re dibe alternatîf. Bi girtina Rêber Apo re, dewleta tirk mafên mirovan binpê kirin. Ev bû 20 sal Rêber Apo di zindanê de ye û heta niha jî tecrîdek girankirî li ser tê meşandin, ev tecrîda li ser Rêber Apo di heman demê de li ser Gelê Kurd e."
 
'Qanûnên hiqûqî ya mafê mirovan tên binpêkirin'
 
Gûlîzarê bal kişand ser tecrîda girankirî ya ku li Girava Îmraliyê tê pêkanîn û wiha berdewam kir: "Hevdîtina herî dawî ya parêzeran di 3'yê Adara 2020'an de ji ber şewata li Girava Îmraliyê derket pêk hat. Ev hevdîtin jî bi serhildan û nerazîbûna Gelê Kurd  pêk hat. Mafê axaftina girtiyan di hefteyê de du car in, lê ev maf nedan Serokê me. Di aliyê hiqûqî de qanûna kesên ku girtî mafê wan ê hevdîtinê heye, lê ew qanûna hiqûqî tê binpêkirin û ew jî dewletên dagirker bi xwe qanûnên xwe binpê dikin. Pêwist e di demek nêz de parêzer û malbatên Rêber Apo hevdîtinê pêk bînin, ji bo bizanin rewşa girtiyên ku li Îmraliyê tên girtin bê zelalkirin. Gelek gumanên Gelê Kurd û malbatên girtiyên ku niha li îmraliyê dimînin hene."
 
'Fikrê Rêber Apo gelê me kir xwedî vîn û rêxistin'
 
Gûlîzarê herî dawî bal kişand ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Girtin û tecrîda li ser Rêber Apo tecrîdkirina Gelê Kurd û gelê azadîxwaz e. Armanca  hêzen hegemonîk ew bû ku bi girtina Rêber Apo re Gelê Kurd tune bikin, lê bi fikir û felsefeya Rêberê me gel hîn zedetir têkoşîna xwe mezin kir û bû xwediyê vîn û rêxistinê."