'Xebatên xizmeta ji bo Kobanê berdewam dikin'

  • 09:02 22 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Hevseroka Şaredariya Gel a Kobanê Rewşen Ebdî destnîşan kir ku xebatên şaredariyê yên sererastkirina rêyan, çêkirina xetên kanalizasyonê berdewam dikin û got: "Sererastkirin û parqijkirina bajêr erka me hemûyan e. Pêwist e em xwedî li bajarê xwe derkevin, bi hevdu re sererast bikin û bixemlînin."
 
Şaredariya Gel a Kobanê  bi erka xwe ya sererastkirina rêyan, çêkirina xetên kanalizasyonê, paqijkirin û xemilandina bajêr radibe. Her sal di vê demê de piraniya kolan û rêyên bajêr tên sererastkirin, lê îsal ji ber Şewba Koronayê, zagona Qeyser û bihabûna nirxê dolar a li hember lîreyên Sûrî derengî di kar û xebatên şaredariyê de çêbû. Vê yekê gelek bandorên neyînî li ser xebatên şaredariyê kir. Di derbarê vê mijarê de Hevseroka Şaredariya Gel a Kobanê Rewşen Ebdî ji ajansa me re axivî.
 
'Nêzî 2 mehan xebatên şaredariyê hatin rawestandin'
 
Rewşenê da zanîn ku ji dema destpêkirina qedexeya derketina derve ya ji bo parastina gel a ji Vîrusa Koronayê, nêzî du mehan piraniya xebatên şaredariyê li Kobanê hatin rawestandin û wiha pê de çû: "Ji bo parastina welatiyan pêwistî bi paqijkirin û dermankirina kolanan hebû. Li gorî vê xebatkarên şaredariyên ketin nava liv û tevgerê. Di wê demê de deriyên sînor giştî hatin girtin, vê yekê bandoreke neyînî li ser xebatên şaredariyê kir. Piştî bidawîbûna qedexeya derketina derve, êdî me dest bi pilansaziya xwe ya salê kir. Di nav de piraniya rêyên girêdayî şaredariya Kobanê hatin sererastkirin, qadên bajêr hatin sererastkirin û nûkirin. Her wiha xetên kanalizasyonê tên çêkirin. Projeya herî mezin a ku şaredarî pê radibe ew jî projeya ava lehiyê ye, pêvajoya sêyem kêm maye bi dawî bibe. Ji ber ku binesaziya bajêr ji berê de nehatibû çêkirin, îro em pir zehmetiyan di kar de dibînin. Li piraniya taxên bajêr xetên kanalizasyonê nehatibûn çêkirin.  Di vê mijarê de welatî zehmetiyan dikşînin. Wek şaredariya gel me dest bi çêkirina xetên kanalizasyonê li taxa Şehîd Serhed, Kobaniya nû û Rojavayê daristana Kobanê kir. Li van taxan projeya me ya çêkirina xetên kanalizasyonê ber bi dawî ve diçe."
 
'Xebatên xizmeta ji bo Kobanê berdewam dikin'
 
Rewşenê destnîşan kir  ku wan di aliyê sererastkirina rêyan de destpêkê giranî dan ser gundên girêdayî navçeya Kobanê û wiha domand: "Nêzî ji sedê 80 rêyên gundên Rojavayê Kobanê wek Zorava, Çolbek, Mezra Ebrûş, Mûman, Elpelûr, Minaz, Rojhilatê Kobanê tên çêkirin. Her wiha rêya ku ji Helincê diçe Kenîseyê, gundê Kurik û gundên Başûrê Kobanê Têrmik, Gulmit û Memît tên sererastkirin. Dema ku tam rêyên gundan bi dawî bibin, em ê dest bi sererastkirina rêyên bajêr bikin. Di Qada Jina Azad de guhertin hatin çêkirin. Berê li wê qadê pir qeza çêdibûn, bi armanca ku em pêşî li qezayan bigirin qad hat berfirehkirin. Nêzî 6 meh in me dest bi projeya çêkirina birca saetê kiriye.  Ji ber Şewba Koronayê deriyên sînor hatibûn girtin û ji ber vê sedemê birca saetê dereng gihaşt Kobanê,  ew jî ber bi dawîbûnê ve diçe. Kolana Miheta ya navenda Kobanê kolaneke sereke ye û her sal dihat ziftkirin. Lê ji ber ku av tê de kom dibûn, ev yek dibû sedema ku zift xerab e.  Ji ber ku ev pirsgirêk her sal dubare dibe îsal li şûna ziftê kevirên Antirlok tên danîn. Li aliyekî din zagona Qeyser, şewba Korona, êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê bandoreke neyînî li ser xebatên şaredariyê dikin. Lê belê xebatên xizmeta ji bo Kobanê berdewam dikin."
 
'Paqijkirina bajêr erka me hemûyan e'
 
Rewşenê teqez kir ku çêkirina xetên kanalizasyonê berdewam dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Derdora bajêr û di hundir bajêr de jî cih bi cih wê xetên kanalizasyonê werin çêkirin. Nêzî 3 sal in xebatên xizmetguzeriyê li gundê Helincê nehatine kirin. Wê di demê pêş de li wir xebat werin meşandin. Xebatên sererastkirina rêyan jî berdewam dikin. Her wiha em ê rêya ji birca saetê heta goristana Ş. Dîcle bikin kevirên Antirlok.  Wê li ser wê rêyê dar bên çandin. Erka şaredariyê ya sereke xizmeta ji bo gel e, lê pêwist e di vî milî de gel jî bi me re bibe alîkar. Sererastkirin û paqijkirina bajêr erka me hemûyan e, pêwist e em xwedî li bajarên xwe derkevin, bi hevdu re sererast bikin û bixemilînin."