'Ji ber êrîşên dewleta tirk em nikarin çandiniyê bikin'

  • 09:01 22 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jina bi navê Mûna Mihemed a ji gundê Um El-Xêrê ye da zanîn ku ji ber êrîşên dewleta tirk ew di mijara çandiyê de zehmetiyan dikşînin û wiha got:"Şer herî zêde bandorê li ser çandinî û aboriya malbatan dike, lê dîsa jin bi afirîneriya xwe hewil dide vê aboriyê li ser piyan bihêle. "
 
Şerê ku ev 9 sal in li Sûriyeyê bê navber berdewam dike, bandorê li gelek beşên jiyanê kiriye. Di van 9 salan de rewşa çandiniyê bi rewşeke zehmet tê meşandin. Bi taybet zehmetî di aliyê çandina pembo û garisan de, tê kişandin. Bi êrîşên dewleta tirk ev rewş girantir dibe. Ev 9 meh in dewleta tirk û komên girêdayî wê bi gule, topbaranê êrîşî herêmên gundewarên navçeya Til Temir û Eyn Îsayê dikin. Ev şer bandoreke neyînî li ser derûnî û aboriya mirovan dike. Jina bi navê Mûna Mihemed ku ji gundê Um El-Xêrê yê girêdayî navçeya Til Temirê ye û ev gund her ji aliyê dewleta tirk ve tê bombebarankirin têkildarî zehmetiyên ku di warê çandiniyê de dikşînin anî ziman. 
 
'Ji ber êrîşên dewleta tirk em nikarin çandiniyê bikin'
 
Mûnayê anî ziman ku  sala borî  bi qasî 4 donim erd erd zebeş çandibû, lê îsal rewş cuda ye û wiha dom kir: "Sala borî min bi qasî 4 donim erd zebeş çand, lê berhemê wan ne ewqasî baş bûn. Îsal ji ber dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê, ya din jî ji ber nebûna elektirîkê û bîran min gelek zehmetî kişand. Dagirker bi êrîşan hewil dide em erdê xwe neçînin. Ji ber êrîşên dewleta tirk em nikarin çandiniyê bikin. Êvarê tenê saetekê elektirîk tê. Em nagihêjin ku avê dagirin, ji bo wê bi bi zehmetiyan re em rû bi rû dimînin."
 
'Em bi berhemên sala borî xwe xwedî dikin'
 
Mûnayê bi lêv kir ku niha ew dendikên sala borî li ba dike û wiha pê de çû: "Dendikên sala borî ku min hilanîbûn niha ez wan li ba dikim, da ku  ji xwe re bifroşim. Ji xeynî yên em ji xwe re hiltînin û didin cîranên xwe yên mayî jî ez ê bifroşim, da ku alîkariya aboriya malê bikim. Hevjînê min tenê nikare barê malê rake, ji bo wê jî ez alîkariya wî dikim. Jin bi afirîneriya xwe  vê aboriyê li ser piyan dihêle. "
 
'Bandora şer li ser çandiniyê heye'
 
Mûnayê di dawiyê de diyar kir ku şer bandorê li gelek tiştan dike û wiha dawî li gotina xwe anî: "Bandora şer ne tenê li ser mirovan, xweza, axê, li ser aboriya herêmê û çandiniyê jî heye. Bi şerê ku diqewime herêm ji aliyê çandiniyê paş de çûye. Ji bo wê em dixwazin mirovên me dîsa li axa xwe vegerin û berhemên wê zindî bihêlin. Bi derfetên kêm jî mirov dikare vê kirîzê derbas bike."