ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2020'AN

  • 09:00 22 Tîrmeh 2020
  • Rojev
 
* Jina bi navê Mûna Mihemed a ji gundê Um El-Xêrê ye da zanîn ku ji ber êrîşên dewleta tirk ew di mijara çandiyê de zehmetiyan dikşînin û wiha got:"Şer herî zêde bandorê li ser çandinî û aboriya malbatan dike, lê dîsa jin bi afirîneriya xwe hewil dide vê aboriyê li ser piyan bihêle. " DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa  Rêveberiya Edaleta Civakî ya bajarê Qamişloyê Gûlizar Birahîm  li ser tecrîda girankirî  ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anî ziman ku bi tecrîdê mafên mirovan tên binpêkirin û wiha got: "Ev bû 20 sal Rêber Apo di zindanê de ye û heta niha jî tecrîdek girankirî li ser tê meşandin, ev tecrîda li ser Rêber Apo di heman demê de li ser Gelê Kurd e." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Şaredariya Gel a Kobanê Rewşen Ebdî destnîşan kir ku xebatên şaredariyê yên sererastkirina rêyan, çêkirina xetên kanalizasyonê berdewam dikin û got: "Sererastkirin û parqijkirina bajêr erka me hemûyan e. Pêwist e em xwedî li bajarê xwe derkevin, bi hevdu re sererast bikin û bixemlînin." DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Aycan Îrmez, di derbarê bûyera çawîşê pispor Aslan A. ê êrîşa zayendî li du zarokan kir, nirxandin kir. Aycanê, anî ziman ku bi amadekirina pêşnûmeya efûyê ya ji bo kesên êrîşa zayendî dikin re bûyerên êrîşa zayendî jî di demên dawiyê de gelek zêde bûne û got ew ê şopdarên van bûyeran bin. BI DÎMEN
 
*Parêzer Îlke Işik diyar kir ku baro cihên ku herî zêde jin û zarok serî lê didinê ne û got bi Pirbaroyan re dixwazin baroyên ne ligel jinan biafirînin û wê baroyên nêzî desthilatdariyê ‘makul’ bên îlankirin û wê biryaran diyar bikin. BI DÎMEN
 
*Suzan Surmelî yek ji jineke ku li Agiriyê demek dirêj e esnafiyê dike ye. Suzan mêşvaniyê dike û li dukana xwe hingiv difroşe. Suzan diyar dike ku zehmet bû lê ew bi ser ketiye. BI DÎMEN
 
*Jinên ciwan ên wargeha Mexmurê li hemberî destdirêjiya li ser jin û zarokan, li bakurê Kurdistanê ku ji aliyê Çawişên Pispor ve tê kirin, nerazibunên xwe anîn ziman û êrîş şermezar kirin. BI DÎMEN
 
*Di ser qetilkirina Ayfer Serçe de 14 sal derbas bû. Ayfer ji bo întîxarên jinan lêkolîn bike çû Îranê û li wir ji aliyê hêzên rejîmê ve hat qetilkirin. Xeyala herî mezin a Şîlanê ev bû ku toreke nûçeyan a jinan ava bike. Jinên rojnameger ji bo xeyala Şîlanê pêk bînin ajansek nûçeyan ava kirin û pênûsa wê dewr girtin.