Kongreya Star li gundê Ziyaretê navendek ava kir

  • 08:40 22 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Li gundê Ziyaretê ya navçeya Şêrewayê navenda Kongreya Star hat avakirin. 
 
Li gundê Ziyaretê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê Rêxistina Kongreya Star navendek xwe ava kir. Di vekirina navendê de şêniyên gund, sazî û dezgehên Kongreya Star amade bûn. 
 
Vekirina navendê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Endama Komîteya lihevkirinê ya komîna gundê Ziyaretê, Leyla Xelîl avabûna navenda Kongreya Star li jinan pîroz kir û wiha got: "Pêwistiya her jinekê bi rêxistinbûyinê heye, me jî pêwistî dît ku navendek me di gundê Ziyaretê de hebe. Jin li ku derê bijî wê derê bi rêxistin dike û civaka xwe bi rê ve dibe. Em avabûna vê navendê li hemû jinan pîroz dikin."
 
Paşê ji aliyê dayika şehîd Egîd Efrîn, Hayat Ebdelhenan Gedro ve dêriyê navenda Kongreya Star hat vekirin. Jinên gundê Ziyaretê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyarî navendê kirin.
 
Herî dawî jinan bi gerandina govendê avabûna navendê pîroz kirin.