Fatmaya hat qetilkirin: Bi tecawizê re rûbirû mam

  • 18:47 21 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Şehrîban Abî
 
MÛŞ - Fatma Altinmakas a li gûndê Qêranlî yê Melezgira Mûşê, ji aliyê mêrê pê re zewicandin ve hat qetilkirin îfadeya wê ya li qereqolê derket holê. Fatma di îfadeya daye de gotiye ew ji aliyê birayê kesê pê re zewicandî ve bi tecawizê re rûbirû hatiye hiştin.  
 
Fatma Altinmakas (32) ya ji gûndê Qêranlî yê Melazgira Mûşê , ji aliyê mê re bi navê Kazim Altinmakas ku pê re hatibû zewicandin ve bi çekê hat qetilkirin. Piştî bûyerê Kazim Altinmakas hat binçavkirin û ji sûcê "bi qestî mirov kuştinê" hat girtin û şandin girtîgehê. Malbata Fatmayê îda kiribû ku Fatma ji aliyê birayê mêrê pê re zewicandî ve bi tecawizê re rûbirû maye. 
 
Piştî qetilkirina Fatmayê belgeya gilînameya Fatmayê ya derbarê Sînan Altinmakas de ku li Qereqola Konakkuran a Cendirmeyan kiribû derket holê. 
 
Fatma di îfadeya xwe de wiha gotiye:    
 
"Sînan Altinmakas birayê Kazim Altinmakas ê pê re zewicî me yê.  Ez berî bi 13 salan bi Kazim Altinmakas re hatim zewicandin û li gundê Qêranliyê bi cih bûm. Piştî zewicîm bi 3 salan li gorî ku Sînan Altinmakas dibêje du caran derman daye min û tecawizî min kiriye.  Ev nayê bîra min lê Sînan Altinmakas ji min re got. Piştî vê heta berî bi 3 mehan tiştek di navbera me de nebû .Sînan Altinmakas berî bi 3 mehan bi telefonê ji min re peyam şand, geriya û min tacîz kir. Di peyamê de ji min re got, 'Divê tu bêyî gel min an na ez ê berê te û piştre jî hevjînê te bikujim'. Ji tirsê çi got min bi a wî kir. Mala Sînan Altinmakas nêzî mala min e.   Ji ber ku hevjînê min şivane diçe ber pez bi rojan nayê malê. Li malê ez û zarokên xwe yên biçûk dimînin û yên mezin jî bi bavê xwe re diçin. Zarokên ku li gel min dimînin temenê wan 3-5 salî ne .Dema ku Sînan Altinmakas tê mala min ji zarokan re şekir tîne û pere dida wan û derdixistin derve. Sînan Altinmakas 10 caran bi min re ket têkiliyê .Peyamên ji mir dişandin min ji lawê tiyê xwe K.Altinmakas yê li cem min dima re jî vegotin. Lê ji ber ku ji min bawer nekir min got tu bersivê bide peyamên dişîne .Ez dixwazim li Sînan Altinmakas ê destdirêjî li min kir gilî bikim."
 
Îtîrazî serbestberdana gûmanbar kirin
 
Birayê Fatma Mîr Bedîrhan Ayaz, diyar kir ku li ser Îfadeya Fatmayê Sînan Altinmakas ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza gitinê sewkî dadgehê hatiye kirin lê dadger serbest hatiye berdan û got: "Ez ê heta dawî şopdarê dozê bim heta ku gûmanbar cezayê heq kiriye bigire."
 
'Hem keça min kuştin hem serbest digerin'
 
Dayika Fatmayê Zeyî Ayaz jî diyarkir ku ew nizane çi pirsgirêka keça wê heye keça wê jê re tiştek negotiye û wiha berdewam kir: "Divê em hesabê kuştina keça min û hemû jinan bipirsin. Ev nayê qebûlkirin. Kê keça min kuşt dixwazim ceazayê herî giran bigire. Hem keça min kuştin hem serbest digerin."