Di encama teqîna mayînekê de du zarok birîndar bûn

  • 16:38 21 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Li Şehbayê di encama teqîna mayînê de du zarok birîndar bûn. 
 
Dema Kantona Şehbayê ji aliyê DAIŞ'ê ve di sala 2014'an de hatibû dagirkirin, li herêmê mayin bi cih kiribûn. Îro di saetên nîvro de li gundê Um El-Qura ya Kantona Şehbayê du zarokên Efrînê dema pezên xwe diçêrînin rastî mayînê tên û di encama teqîna mayînê de zarokê bi navê Cuma Hisên Qetilo yê 10 salî û zaroka bi navê Lemîs Cuma Qetilo ya 12 salî birîndar bûn. Niha di nexweşxaneya Avrînê de tên dermankirin. Têkîldarî teqînê dayik û dapîra zarokên birîndar ji ajansa me re axivî. 
 
Dayik û dapîra her du zarokên birîndar a bi navê Fatma Abdo ya 50 salî wiha got: "Em ji gundê Mezin a girêdayî navçeya Şêrewayê ne û  di dema demsala havînê de em derbasî gundê Um El- Qura dibin ji bo pezên xwe xwedî bikin. Îro di saetên nîvro de keça min û neviyê min li pişt malê rastî mayinê hatin û di encama teqîna mayînê de her du jî birîndar bûn. Niha her du jî di nexweşxaneyê de ne û rewşa wan ne diyar e."
 
Zarokê bi navê Cuma Hisên Qetilo hat emeliyatkirin û li gor bijîşkan ragihandine wê heta 48 saetan di bin kontrola bijîşkan de be. Zaroka bi navê Lemîs Cuma Qetilo jî niha tê dermankirin.