Welatiyan mudaxaleyî agirê ev 3 roj in belav dibe, kirin
- 14:43 21 Tîrmeh 2020
- Rojane
ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê şewata ku ji aliyê leşkeran ve hat pêxistin, welatiyan bi derfetên xwe vemirandin. Hat ragihandin ku ji ber şewatê bi hezaran dar û devî şewitîn.
Li çoltera navçeya Basa ya Şirnexê ligel destpêkirina operasyona leşkerî li herêmê Kereşa, Zivi, Çiyayê Zîrongok, herêma Berzah, Gasor û herêma Hezaran ji duh ve dişewite. Şewata ku duh şev rû da, heya saetên serê sibehê belavî daristanên di navbera navçeya Basa û bajaroka Findikê bû. Balkêş e ku rayedar bi tu awayî mudaxileyî şewatê nakin. Çavkaniyên herêmê ragihandin ku ji duh ve şewat bênavber didome û gotin, ji ber şewatê heya niha bi dehan dar û daristan şewitîn.
Şewata ku ji navenda bajar bi awayekî baş tê dîtin, balkêş e ku ji hêla rayedaran ve bi tu awayî mudaxele nayê kirin.
Hat zanîn ku welatiyên ku li gundên derdora herêmê dijîn, ji vê sibehê ve bi derfetên xwe ve mudexeleyî şewatê dikin.
Hat diyarkirin ku her sal, li heman herêmê ji hêla leşkeran ve şewat tê derxistin û ev şewat zirarek mezin dide xezaya herêmê.