'Zara ne bi tenê ye em hemû Zara ne'

  • 10:25 21 Tîrmeh 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Mamosteyên wargeha Mexmûrê bi armanca piştgiriyê bidin mamoste Zara Muhemedî û pêkanînên Îranê yên li dijî kurdên Rojhilat daxuyaniyek dan.
 
Mamosteyên Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî cezayê li mamosteya zimanê kurd Zara Muhemedî û pêkanînên Îraanê yên li dijî Kurdên Rojhilat daxuyaniyek dan û pêkanînên Îranê şermezar kirin û gotin, "Em hemû Zara ne û Zara ne bi tenê ye." 
 
Daxuyaniya ku bi rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin ji aliyê mamoste Ferîde Tekîn ve hat xwendin. Ferîde bal kişand ser zextên ji ber Zimanê Kurdî li mamosteyan tên kirin û ev tişt got: “Weke tê zanîn û dîtin di tevayî cîhanê de her netew û welat xwedî ziman in. Heta teyr û tebayên zindî yên ku dijîn xwedî ziman in. Ziman nasname, çand, dîrok û hebûna mirov ya li ser rûyê cîhanê ye. Her zimanek geleke û mêjûyek e.   Ji bo wê hertim dagirker û sîstema serdest a ku li dijî mafên mirovan radiwestin dixwazin hebûna netewan tûne bikin. Ji van welatên ku bi sîtemeke qirker ya kapîtalîst tê rêvebirin Îrane ku hertim zordariya xwe di rojevê de ye û herî zêde jî bi zordariya li ser Gelê Kurd. Ji ber wê ye kesên ku sîstema wan na pejirîne û bixwaze bi awayekî cûda mafê xwe biparêze ji aliyê vê rejîmê ve tê cezakirin û darvekirin. Yek ji van kesên ku di demên dawîn de hat cezakirin jî mamostaya zimanê Kurdî Zara Mihemedî ya 29 salî ku weke çalekvaneke aştîxwaz hertim di nav têkoşînê de bû. Zara Mihemed di heman demê de Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Nûjîn bû. Di 23’ê Gulana 2019’an de, diserdegirtina mala xwe de hatibû girtin. Lê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dadgeha şoreşê ya Îranê ya Parêzgeha Sînê bi îdaya ku li dijî ewlehiya neteweyî kar kiriye 10 sal sezayê girtîgehê li mamostaya Zîmanê Kurdî Zara Mihemedî birîye.”
 
'Ziman nasnameya me ye'
 
Ferîde di berdewamiya daxuyaniyê de girîngiya ziman bi bîr xist û ev wiha got: “Em wekî mamosteyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî 'Mexmûr) li dijî van kiryarên ku ji aliyê rejîma Îranê ve li dijî kurdên Rojhilat û di demên dawîn de li dijî Zimannê Kurdî di kesayeta Zara Mihemedî hat kirin şermezar dikin. Em bang li raya giştî, sazî û dezgehên peywendîdar dikîn ku li dijî van kiryaran bêdeng nemîn û bibin xwedî hewlest. Em dibêjin Zara ne bi tenê ye, em li pişt  Zara ne û  em hemû Zara ne. Bila herkes baş bizanibe ku ziman nasnameya me ye û em ê nasnameya xwe radestî tu kesî nekîn.”