‘Wê peyman pêk bê û jinê wekhev bijîn’

  • 09:14 21 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
STENBOL - Handan Aşkin diyar kir ku di rewşa ku Peymana Stenbolê bê rakirin de wek wê, wê gelek jin rastî şîdetê bên û got: “Wê Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284 pêk bê, jin jî wekhev bijîn.”
 
Peymana Stenbolê bi nîqaşên weke ‘vekişandin’ an jî ‘rakirinê’ re di rojevê de ye. Peyman di 2014’an de ket meriyetê û niha di hedefa desthilatdariyê de ye û tevî têkoşîna ku jin didin tê xwestin ku bê rakirin. Gelo Peymana ku pêşî li şîdeta li ser jinê digire rabe wê çi bibe? Parêzvanên maf ên li Tirkiyeyê hişyar dikin ku di rewşa peyman bê rakirin de wê bîlançoya kuştina jinan girantir bibe.
 
Li gorî çeteleya şîdetê ya mêr a ajansa me berhev dike, her meh herî kêm 20 jin tên qetilkirin û niha jî Peyman ji nîqaşê re tê vekirin û tê xwestin bê rakirin. Li dijî vê li gelek bajaran çalakiyên protestoyî pêk tên.
 
Mêrê bi navê Emre Aşkin di 2016’an de hewl da jina bi navê Handan Aşkin ku pê re di pêvajoya destberdanê de bû, qetil bike û piştî êrîşê Handan mahkumê kursiya bi teker bû. Handanê Peymana Stenbolê nirxand.
 
‘Yekane sedem dijminahiya li hember jinê ye’
 
Handanê hişyarî kir ku di rewşa ku peyman bê rakirin de wê der barê jinên ku hewl tên dayîn bên qetilkirin de li dadgehan bêcezabûn zêde bibe û ewlehiya jiyana jinan wê ji holê rabe. Handanê daxuyakirin ku sedema rakirina peymanê ya ji aliyê hikûmetê ve ev e ku hikûmet alîgirê mêran e û wiha pê de çû: “Hikûmet alîgirê mêran e. Mêrên dişînin girtîgehan, şertên wan ji yên jinan baştir e. Em jin jî ya jiyan nîvco dimîne yan jî tên kuştin. Sedema rakirina Peymana Stenbolê dijminahiya jinan nîşan dide. Ez li dijî vê rewşê nikarim nêrînek din bêjim.”
 
‘Wê peyman pêk bê û jinê wekhev bijîn’
 
Handanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku tevî israrên hikûmetê wê Peymana Stenbolê bidome û got: “Yekane riya qezenckirina vê jî bi têkoşîna yekbûyî pêkan e. Wê nikaribin azadiya me ji destên me bigirin. Min 11 salan şîdet dît û êş kişand. Niha jî ev di vê rewşê de me. Dîsa jî min serî netewand. Ez bang li hemû jinan dikim; Li dijî şîdet û tacîza hûn dijîn, serî netewînin û di riya xwe de berdewam bikin. Li pişt biryarên xwe bin. Peymana Jinê û piştevaniya jinê wê bide jiyîn. Divê em ji bo destkeftiyên xwe têkoşînê mezin bikin. Wê Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284'an pêk bê, jin wekhev bijîn.”