Li Antalyayê Komeleya Piştevaniya Mor careke din hat vekirin

  • 15:55 20 Tîrmeh 2020
  • Rojane
HATAY - Komeleya Piştevaniya Mor careke din bi tevlibûna gelek jinan cihê xwe yê nûh vekir.
 
Komeleya Piştevaniya Mor careke din bi tevlibûna gelek jinan cihê xwe yê nûh li Antakyaya Hatayê vekir. Jinan cihê nûh yê komeleya xwe bi parvekirina li ser medya civakî ragihandin.
 
Jinan di parvekirina xwe de gotin, "Di sala 2019'an de komeleya me bi hincetên vala hatibû mohrkirin. Lê me komeleya xwe ji nûh de vekir û em ê xebatên xwe ji cihê mayî berdewam bikin. Têkoşîna jinan nayê astengkirin."