Li Qamişloyê 4’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Ş.Herekol dest pê kir

  • 15:52 20 Tîrmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Li bajarê Qamişloyê 4'emîn Pêşengeha Pirtûkan a Ş.Herekol (Hisên Çawîş) bi pêşengtiya Desteya Çand û Hunerê, hat vekirin. 
 
Bi armanca bîranîna salvegera  şehadeta têkoşer Hisên çawîş (Herekol) bi pêşengtiya Desteya Çand û Hûnerê li bajarê Qamişloyê 4'emîn Pêşengeha pirtûkan ya Ş.Herekol hat vekirin. Pêşengeh li hola Zana bi beşdariya bi dehan helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên Herêma Cizîrê hat çêkirin. Ev pêşengeh wê 6 rojan dewam bike. Wê pirtûkên cuda werin pêşkêşkirin. 
 
'Armanca me parvekirina berhemên nivîskaran e'
 
Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Rewda Hesen derbarê pêşengeha îsal, guhertin û cudahiya wê ji sala borî nirxand û wiha got: "Armanca me ya lidarxistina Pêşengeha Pirtûkan a Ş.Herekol ew e ku hemû nivîskarên li herêmê dijîn, pirtûkên xwe çap bikin û berhemên xwe bi civakê re parve bikin.  Her wiha pirtûkên ku berê di herêmê de ji ber sedemên siyasî nedihatin belavkirin, wê  ew jî ji civakê re bên  pêşkêşkirin."
 
Di pêşengehê de 120 hezar pirtûk hatine çapkirin
 
Rewdayê got ku wê pêşeng 6 rojan dewam bike û wiha pê de çû: "Di van 6 rojan de wê semîner werin dayîn.  Wêneyên fotogirafîk  yên ku ji aliyê ekîba Şopdarên Rojê û Heyva Sor a Kurd ve hatine kişandin wê were pêşandan.  Di pêşengehê de 120 hezar pirtûk û 11 hezar navnîşan hatine çapkirin."
 
'Pirtûkên deverên cuda reng dane pêşangehê'  
 
Rewdayê di dewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wan beşdarbûna îsal ji sala borî baştir dît û wiha domand: "Em hewl didin ku zarokên vê civakê li gorî kevneşopiyên vê civakê perwerde bikin û pirtûkên zarokan bigihînin ber destên wan. Pirtûk bi zimanê Kurdî, Erebî, Sûryanî, Îngilizî, Firansî û Soranî îro di pêşengehê de tên dîtin. Weşanxaneyên hundirê Sûrî, ji Bakurê Kurdistanê û Ewropayê jî tevlî  pêşengehê bûne.  Di heman demê de yên Başûr jî hatibûn qeydkirin, lê ji ber girtina sînor me nikarîbû em  pirtûkên wan bigirin."
 
'Zanist gaveke bingehîn a ber bi azadiya civakan ve ye' 
 
Cîgera Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hesen jî got ku zanist gaveke bingehîn ber bi azadiyê ve ye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Zanist asta serhildana civakan nîşan dide. Armanca me ew e ku civakeke zanistî em ava bikin û nameyên ku Ş.Herekol û hemû feylesûfan li pey xwe hiştine, bicih bînin."
 
'Pêkanîna xeyalên Ş.Herekol erkeke sereke ye'
 
Dayika Ş.Herekol Xedîca Şawîş jî derbarê pêşengehê de got: "Ş.Herekol ne tenê  kurê min e, yê vî gelî ye û pêkanîna xeyalên wî erkê me hemûya ne. Ez bi hêvî me hemû hevalên wî xwedî li doza wî derbikevin."
 
Piştî axaftinan nivîskar, rewşenbîr,helbestvan û beşdarvan hatin vexwendin ji bo tameşekirina pirtûkên pêşengehê. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku pêşenga pirtûkan wê 6 rojan dewam bike.