Fatma ya bi tecawizê re rûbirû ma hat qetilkirin

  • 13:16 20 Tîrmeh 2020
  • Rojane
MÛŞ - Fatma Altinmakas a li gûndê Qêranlî yê Melezgira Mûşê, ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve hat qetilkirin û hat îdakirin ku Fatma beriya bê qetilkirin bi tecawizê re rûbirû maye.
 
Fatma Altinmakas ya ji gûndê Qêranlî yê Melazgira Mûşê, ji aliyê mê re bi navê Kazim Altinmakas ku pê re hatibû zewicandin ve bi çekê hat qetilkirin. Fatma ya ku hat ragihandin dayika 6 zaroka ye cenazeyê wê ji aliyê malbata wê ve hat girtin û li gûndê Hozdemîr yê Panosa Agiriyê hat definkirin. Piştî bûyerê Kazim Altinmakas hat binçavkirin û ji sûcê "bi qetî mirov kuştinê" hat girtin û şandin girtîgehê. 
 
Çûye qereqolê gilî kiriye
 
Malbata Fatmayê diyar kir ku di 12 Tîrmehê de Fatma bi hevjînê xwe re çûye Qereqola Cendirmeyan a Melezgirê û ragihandiye ku ji aliyê birayê hevjînê xwe ve S.A. ve tecawizî wê hatiye kirin û gilî kiriye. Malbatê diyar kir ku piştî giliyê hat kirin S.A. hatiye binçavkirin û piştî du rojan jî serbest hatiye berdan. Malbatê destnîşan kir ku roja S.A. hatiye berdan Fatma jî hatiye qetilkirin.
 
Malbata Fatmayê diyar kir ku ew ê hem derbarê Kazim Atlinmakas û hem jî derbarê malbata wî de serêdana sûc bikin.