Me xwe gihaşt nameya Î.E. ya ku çawişê pispor tecawizî wê kir

  • 12:52 20 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
ÊLIH - Ajansa me xwe gihaşt nameya Î.E. ya çawişê pispor tecawizî wê kir.
 
Hefteya borî Î.E. ya 18 salî ku çawişê pispor ê bi navê M.O. tecawizî wê kiribû xwe întihar kiribû û hîn talûkeya wê ya tendirustiyê dewam dike. Bersûcê bi navê M.O. jî serbest hat berdan.  Ajansa me xwe gihaşt nameya Î.E. ya ku ji malbata xwe re hiştibû. 
 
Di nameyê de wiha tê gotin:
 
Tecawizî min kir
 
"Ez 18 salî me û li gund dijîm. Mûsa Orhan xeyal, hêvî jiyana min hilweşand. Min lewitand û cîhana min hilweşand. Canê min pir diêşe. Wî ez xapandim. Telefona min tune bû. Ez bi telefona xwediyê ŞOK'ê re bi Musa Orhan re axivîm. Min bir mala hevalê xwe. Rojekê min nehişt dest min bide. Roj duyemîn namûsa min qirêj kir. Tecawizî min kir. Tevî ku zor dida min jî min nexwest ez meyê vexwim. Dema min got ez venaxwim nedixwest ez wiha bibêjim. Gef li min da xwarin. Got 'ger tiştên di navbera me de tu bibêjî ez ê te bikujim'. Ez ê êdî bimirim loma ez natirsim. Dema Mûsa Orhan tecawizî min kir ez giriyam. Ji min re got 'tu yê xwe bidirû'. Porê min kişand û ez bi erdê kaş kir. Ji min re got 'Kes ji te bawer nake, tu bê xwedî ye'. 
 
Bilet girt û ez şandim
 
Min got ez ê ji malbata xwe re rastiyan bibêjim. Te namûsa min qirêj kir... Wî jî got 'Dema ez hatim gund û min walîzê te girt keskî ev yek ferq nekir. Hişê xwe bide serê xwe. Bila qetla te ne ji destên min be rabe kincên xwe li xwe bike. Tu ya min î'. Saetekê min bi wî alî û vî alî de bir û anî. Di 1'ê Tîrmehê de ez birim mala xwe. Ez şevekê li wir mam. Got jixwe ez ê êvarî werim û te bibim Îzmîrê. Min jî got ez nayêm û min got çima tu min nabî cem diya min. Le pismamê te min bifiroşe? Heba ji bo ez bi halkî nemînim kir nava avê û da min. Hevalê wî yê malê Alî ji min re tiştek negot. Bi min re neaxivî. Xwedê bela wî bide. Ez wî hewaleyî Xwedê dikim. Di 2'yê Tîrmehê de hat malê û bilet da min. Bang texsiyê jî kiribû. Ji min re got 'Zû keçê fermandar li operasyonê li hêviya min e. Divê ez biçim peywirê.'Ez li otobosê siwar bûm.
 
Di 3'yê Tîrmehê ji Îzmîrê li otobusê siwar bûm. Li Misircê ez derbasî otelekê bûm. Her carê ez bi mirinê dihatim tehdîdkirin. Musa gazî min kir û got malbata te digere ez te bidim malbata te? Berê min teslîmî birayê min dawiyê teslîmî bavê min kir.  
 
Tiştên hatin serê min bila neyê serê kesekî din
 
Ez ne mirî ne jî sax im. Xwezî ez bimirama. Tiştên hatin serê min bila neyê serê kesekî din. Keftare ew, wî jiyana min edem kir. Çi sûcê min hebû? Tecawizî min kir. Înkar jî kiriye. Jiyana min û hêviyên min têk bir. Bila pereyê wî serê wî bixe. Min hew....nikare bikşîne. Ew zalim û bê merhamet e. Xwedê bila bela wî bide. Ya Mûsayê min bikkuşta yan jî min ê xwe bikuşta. Ez te efû nakim. Te jiyana min edem kir û te ez kirim nava dev û diranên her kesî.