Ji ber pevçûna du malbatan jinekê jiyana xwe ji dest da
- 12:24 20 Tîrmeh 2020
- Rojane
AMED - Di pevçûna di nava malbatan de ya li Bismilê jina bi navê Hamdiye Şik jiyana xwe ji dest da û 1 jê jin 3 kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.
Li Bismila Amedê di navbera du malbatan de pevçûn çêbû û jina bi navê Hamdiye Şik jiyana xwe ji dest da. û 1 jê jin 3 kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê. Her wiha 3 kes hatin binçavkirin.
Lêpirsîna derbarê kesên hatin binçavkirin de dewam dike. Hamdiya Şik a jiyana xwe ji dest da li Karaza Amedê hat definkirin.