‘Ji bo xeyalên wî pêk bînim hewl didim’

  • 11:01 20 Tîrmeh 2020
  • Rojane
DÊRSÎM - Dayika Çagdaş Aydin, yê di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, Saniye Aydin wiha got: “Ez niha hewl didim têkoşîna wî bidim meşandin. Ji bo xeyalên wî pêk bînim hewl didim.”
 
Li ber Navenda Çanda Amara ya li Pirsûsê endamên Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ku wê ji bo zarokên Kobanê pêlîstok û alavê alîkariyê bibirana, daxuyanî dan û di wê navberê de bombeyê zindî yê DAIŞ’ê Abdurrahman Alagoz xwe teqand û 33 kes qetil bûn. Ji sedî jî zêdetir kes birîndar bûn. DJi ser komkujiyê  5 sal derbas bû. 33 kes her sal li Pirsûs û bajarên cuda yên Tirkiyeyê tên bibîranîn.
 
Yek ji kesên jiyana xwe ji dest dabû Çagdaş Aydin yê 27 salî bû. Dayika wî Saniye Aydin, hesreta kurê xwe vegot û da zanîn ku wê li her qadê têkoşîna wî bimeşîne.
 
‘Ez bûm dayika mîlyonan Çagdaşî’
 
Saniyeyê got tevî 5 sal derbas bûye êşa wan hîna teze ye û got: “Piştî Çagdaşê min bi mîlyonan Çagdaşên min çêbûn. Ez bûm dayika mîlyonan Çagdaşî. Çagdaş ji zarokatiyê de kesekî xwedî hestiyar bû.
 
Di pola 5’an a seretayî de lênûska wî ya bîranînê hebû. Di wê lênûskê de di wî temenî de peyam hiştibû. Gotibû ‘Ez soz didim em ê dîsa bên gel hev hevalno’.”
 
‘Min bêriya dengê wî kiriye..’
 
Saniyeyê wiha berdewam kir: “Ez yek deqeyekê ji bîr nakim. Min pir bêriya dengî wî kiriye. Ez bi xewnan radizêm û radibim. Divê ez li ser piya bim. Divê ez alîkariya ku wî nîvco hiştiye temam bikim. 9 mehan ketim hundir derneketim. Bi pençeşêrê ketim. Piştre min got Çagdaş bizanibe wê xemgîn bibe. Ji bo têkoşîna wî bidim meşandin li ser piyan sekinîm. Ji bo xeyalên wî pêk bînim têdikoşim.”
 
Saniyeyê destnîşan kir ku ji bo bîranîna Çagdaş bi hevjînê xwe Fetî Aydin re pirtûka bi navê ‘Lênûska Kulîlka Sor’ nivîsine û got wê demê gelek êş kişandine û got: “Min got ‘Kurê min ez çi binivîsim?. Ez 27 sal temenê te binivîsim an jî van 5 salên dawî. Min got ez soz didim te, kezeba min bişewite jî ez ê wek dayika Alî Îsmaîl Korkmaz her şev te vebêjim. Çagdaş bû mirovekî hevdem. Çagdaş li gorî navê xwe têkoşîn da.”
 
‘Ez serbilind dimeşim’
 
Saniyeyê daxuyakirin ku Çagdaş rojekê bi wan re taştê nekiriye û wiha pêde çû: “Sibehê zû diçû cem Dayikên Şemiyê. Digot ‘ew sibehê zû birçî diçin wir ez nikarim têr biçim wir.’ Yekane sûcê Çagdaş mirovekî bi rûmet dirust bû. Ji ber ez dayika wî me ez serbilind im. Zarokên min serê min nexistin ber min. Keda min da zarokên xwe vala neçû. Ez serbilind dimeşim. Êşa kezeba min hezar sal jî derbas be, naçe.”
 
Der barê Ahmet Davutoglu de gilî kir
 
Saniyeyê her wiha diyar kir ku di 17’ê Tîrmehê de çûye edliyeyê û der barê serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu  gilî kiriye û gotinên wî yên weke ‘Em wan rojan biaxivin wê dernekevin nav mirovan’ bi bîr xist û wiha pê de çû: “Niha bila biaxive. Dem hatiye. Bila bêje ku her der bihêje. Sedema van zarokan kî ye, bila vebêje. Em çiqas rastî zextan jî bên em serî natewînin. Ji bo dayikekê ji windakirina zarokên wê wêdetir tiştekî bê windakirin tune ye.”