‘Yekane berpirsê tecawizê desthilatdarî ye’

  • 09:04 20 Tîrmeh 2020
  • Rojane
DÊRSÎM -Jinên Dêrsîmê bertek nîşanê zêdebûna destdirêjiya ya li jin û zarokan ya di serî de li Şirnex û Êlihê zêde bûye dan û gotin: “Yekane berpirsê bûyerên destdirêjî, tecawiz û kuştinên jinan desthilatdarî ye. Divê mirov ligel hev cih bigirin û xwe rêxistin bikin. Çiqas civakek xurt hebe wê evqas jî pêşî li van bûyeran bê girtin.”
 
Di encama polîtîkayên bêcezabûnê yên desthilatdarî dimeşîne de, şîdet û kuştina jin û zarokan jî roj bi roj zêde dibe. Di encama bêcezabûnê de li Şirnex, Êlih û Agiriyê di nav de çawîşên pispor jî hene, bûyerên destdirêjiyê û tecawizê hatibûn rojevê. Gumanbarê destdirêjiyê çawîşê pispor Aslan A. yê li Şirnexê û gumanbarê destdirêjiyê yê li Agiriyê Nîzamettîn Şahîn hatin girtin, lê gumanbarê tecawîzê yê Êlihê M.O. û yê Hezex yê Şirnexê hatin berdan. Çalakiyên der barê mijarê de pêk hatin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin an jî êrîşî wan hat kirin. Yek ji bajarên ku çalakî lê pêk hat û çalakiya wan rastî êrîşê hat Dêrsîm bû. Jinên Dêrsîmê bertek nîşanê rewşê dan û gotin berpirsyarî ya desthilatdariyê ye.
 
‘Kuştina jinan û destdirêjiya li zarokan polîtîk e’
 
Fatma Şen:Demên dawî de bûyerên destdirêjî û tecawizê zêde bûn. Em li welatekî ku tecawizî pitika 6 mehî tê kirin dijîn. Kuştin, destdirêjî û tecawiza li hember jin û zarokan bi awayekî sîstematîk didome. Ji ber gumanbar cezayên bi bandor nagirin rê li ber van rewşan vedibe.Kuştina jinan û destdirêjiya li zarokan polîtîk e û bi desthilatdariya AKP’ê re belav bûye. Bûyera li Şirnexê pêk hatiye jî parçeyek vê ye. Heqeretên li hember jinên Nazimiye û Muşê pêk hatine jî parçeyek vê bûyerê ne. Yekem berpirsê komkujî û bûyerên destdirêjî û tecawizê desthilatdarî ye. Her jina ku bertek nîşanê destdirêjiyê dide tê binçavkirin û girtin. Divê jin bêdeng nemînin, bertek nîşan bidin û xwe rêxistin bikin.
 
‘Di esasê de pirsgirêk di kesên bi rêvebe dibin de ye’
 
Guldane Bozyîgît:Ez wek dayik û jinekê li dijî bûyeran êşek mezin dikşînim. Bifikirin zarokek dixwaze biqîre lê nikare biqîre, ev êşek mezin e. Bi kesên ku ev kiriye re wijdan tune ye. Ez naxwazim ev kes li vê cîhanê bijîn. Di esasê de pirsgirêk bi kesên ku vî welatî birêve dibin re ye. Ez nizanim hesab û kîtaba çi dikin lê tişta dibe bi zarokên me dibe. Divê demildest ji vê zîhniyetê xilas bibin. Em çiqas civakek xurt ava bikin wê pêşî li van bûyeran bê girtin. Ewil bi serhildanê divê bê destpêkirin. Em wisa bêdeng bimînin wê bûyer jî zêde bibin.
 
‘Ez natirsim’
 
Ozlem Sariçîçek: Li welat bûyerên destdirêjî û tecawizê zêde dibin. Divê komeleyên jinan aktîftir rola xwe bilîzin. Ez bi xwe bi destdirêjiyê re rûbirû mam û min gilî kir. Pêvajoya darazê didome. Ez wek jinekê ji van mirovan ditirsim. Li ser jinan êrîşek heye. Jin bi tecawiz û destdirêjiyê re rûbirû dimînin, tên qetilkirin. Hêzên dewletê çima vê bi jin û zarokan dikin? Peywira wan parastina jin û zarokan e. Gelo fikreke jirêderketî çawa ye?”
 
‘Dewlet jinan naparêze’
 
Ferîdan Anhan: Ev bûyer ne normal in. Dema zarokên kur tên mezinkirin divê ew şaşî neyên kirin, şaşî normal neyên dîtin. Bûyerên destdirêjî û tecawizê ji aliyê polîs û leşkeran ve tên kirin. Sedema vê jî xwe xurt dibînin. Li vî welatî gumanbar nayên cezakirin û ev jî dibe sedema zêdebûna bûyerên bi vî rengî.
 
Meral Dogan: Destdirêjiya li hember zarokan, serdestiya ku yên xurt li ser kesên bê hêz pêk tîne ye. Ev binpêkirina mafê jiyanê ye. Sedema zêdebûna bûyerên destdirêjiyê polîtîka bêcezabûnê ye. Divê jin bi tu awayî li dijî vê bêdeng nemînin.
 
‘Divê jin bibin yek’
 
Besê Kirmizidag:Divê civak bibe yek û li dijî destdirêjî û tecawizê bisekinin. Sedema zêdebûna bûyeran pergala tê meşandinê ye. Pergal ji gel re nabe bersiv. Di encama polîtîka bêcezabûnê de ev bûyer zêde dibin. Divê jin li dijî bûyerên wisa bibin yek.